Parêzerên Ewropî piştgirî dan berxwedêrên li Strasbourgê û ji bo CPT gotin, “daxwazên kesên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, rewa ne.” Parêzeran diyar kirin, helwesta CPT ne ya fêhmkirinê ye.

Endamên buroya hiqûqê ya bi navê Progress Lawyers Network, ku li Belçîkayê bi giranî li ser dozên siyasetmedarên Kurd û dozên penaberan dixebitin, serdana berxwedêrên li Strasbourgê kirin ku 130 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

Parêzerên ku ji bo piştgiriyê serdana çalakgeran kirin: Joke Callewaert, Ivo Flachet, Thomas Mitevoy, Selma Benkhelifa, Jan Buelens, Olivier Stein, Mieke Van den Broeck, Marie Doutrepont, Hind Riad, Rosalie Daneels, Loica Lambert, Leila Lahssaini, Pauline Delgrange û Robin Bronlet.

Parêzeran di dema serdanê de ji bo demeke kurt bi hin çalakgeran re axivîn û li ser rewşa wan a tenduristiyê û daxwazên wan agahî wergirtin. Piştre, endamên komîteya amadekar a çalakiyê agahî dan parêzeran. Parêzeran dan xuyakirin, tecrîd ne ya qebûlkirinê ye.

Komîteya amadekar ragihand, her 14 çalakger bi biryar in ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin çalakiya xwe bidomînin. Nûnerê Komîteya Amadekar diyar kir, Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ku saziyên erkdar ên li Ewropayê ne, heta niha bi rola xwe tevnegeriyane. Ji parêzerên Belçîkayê jî xwest, mijara tecrîdê hem li CPT, hem jî li Konseya Ewropayê û saziyên hiquqî ya navneteweyî bînin ziman.

BAL KIŞANDIN SER BIRYARA PKK NE RÊXISTINEKE TERORÊ YE

Ji parêzeran Joke Callewaert di dema serdanê de axivî û bal kişand ser hewldanên li Ewropayê yên ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna Kurdan. Joke Callewaert her wiha biryara Dadgeha Temyîzê ya Belçîkayê bi bîr xist, ku meha derbasbûyî diyar kir; karên PKK’ê karekî terorî nîne û got, di biryarê de şerê navbera PKK’ê û artêşa Tirk weke şerê di navbera du artêşên çekdar de tê pênasekirin.

‘DIVÊ CPT DAXWAZÊ QEBÛL BIKE’

Ji parêzeran Selma Benkhelifa jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê. Benkhelifa ji bo grevên birçîbûnê got, “Bi dîtina me, daxwazên we hemû rewa ne. Çi girtiyekî siyasî be, çi jî mehkûmekî din be, mafê her girtiyan heye ku parêzerên xwe bibîne. Divê CPT vê daxwazê qebûl bike.”

Parêzer Selma Benkhelifa got, “Gelo hêza CPT heye ku vê yekê bi Tirkiyeya Erdogan bide qebûlkirin? Em pê nizanin” û diyar kir, tişta ku ew dikare bike ew e ku li ser daxwazên greva birçîbûnê nameyê ji rêveberiya CPT re bişînin. Benkhelifa got, helwesta CPT a ji bo neçûyîna Îmraliyê nayê fêhmkirin û diyar kir, wê vê yekê ji wan re ragihînin. Benkhelifa got, “Em ê ji wan re bêjin, ‘çalakger xwedî daxwazeke mafdar û rewa ne û tevî vê yekê jî hûn hîn tiştekî nakin’.”