Li Stenbolê bi pêşengiya Ma Tuhaydarê û xizmên girtiyan li avahiya Dem Partiyê çalakiya nobedê tê li darxistin.

Çalakî 22 roj li pey xwe dihêle, rojane gelek kes diçin serdana çalakgeran.

Parêzerên Rêber Apo, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Cengiz Yureklî û endamên Anyakay-Derê çûn serdana çalakgeran.

Ji xizmên girtiyan a di çalakiyê de Zeynep Çalihan got:

Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, bêdengiya li hemberî vê rewşê çareserî nîne. Lazime her kesên xwedî wijdan di vê mijarê de bi berpirsyartiya xwe rabe.

Gelo heke zarokên me di zindanan de şehîd bibin em ê çi bikin? Banga min ji bo rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, dengê xwe derxin. Em vê tecrîdê qebûl nakin.

Banga me li her kesî ew e ku tev li grevê bibin, lazime herkes li vir be. Lazime biçin Îmraliyê û bi Rêzdar Abdulah Ocalan re guftûgoyê bikin. Rêber Apo dibêje ‘Ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.’ Lê kesek xwe nade ber.

Parêzer Raziye Ozturk jî bal kişand ser tecrîdê û bandora tecrîdê, diyar kir ku dayik bi çalakiyên xwe dixwazin balê bikişinin ser tecrîdê ev gelek girîng e.