Ruxmî ku rayedarên dewleta tirk bersiv nadin serlêdanên wan jî parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku ev 35 meh in tu agahî jê nayên girtin cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Daxwaza parêzeran heta niha jî nehatiye bersivandin.