Clara Bunger bi bîr xist ku dewleta Tirk bi taybetî ji 4’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve bi tundî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.

Berê xwe da Wezîrê Dadê Marco Buschmann ê li ser navê Hikûmeta Federal bersiva pirsan dide û got:

“Di van êrîşan de sivîl; jin û zarok hatin qetilkirin, binesaziyên jînwaran hatin bombekirin.

Birêz Buschmann, dema behsa êrîşên li dijî Îsraîlê kir, we diyar kir ku divê êrîşên hiqûqa navneteweyî binpê dikin bê ceza nemînin.

Baş e, birêz Buschmann, wek Wezîrê Dadê, hûn nabînin ku êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê tên kirin.

Ma ev ne binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye?”

Wezîrê Edaletê Marco Buschmann bersiv da pirsa Clara Bunger û got;

“Ji aliyê însanî ve mijara hiqûqa navneteweyî zelal û eşkere ye.

Divê tu carî cihên sivîlan neyên hedefgirtin û êrîşkirin, binesaziyên sivîl jî neyên bombebarankirin.

Heke êrîşên bi vî rengî çêbibin, ev yek ji aliyê mirovahiyê ve tê wateya binpêkitina qanûnên navneteweyî.”

“Niha di vê mijarê de agahiyên berfireh li ber destê min nînin.

Lê belê pêkanîna êrîşan li dijî hedefên sivîl tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.”

Li ser vê yekê Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger ku piştî daxuyaniya Wezîrê Edaletê Buscmann dîsa axivî û wiha got:

“Girîng e ku hûn êrîşên Tirkiyeyê ji aliyê mirovahiyê ve wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî binirxînin.”

Buscmann jî got: “Mijara lêpirsîneke wiha bê vekirin an na, di bin berpirsyariya Dozgeriya Federal a serbixwe de ye.”