Di 25’ê mijdarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyê diyar kir ku ew ê partî û rêxistinên ku fermiyeta wan nîn e, bigirin. Piştî vê daxuyaniyê di 26’ê mijdarê de hêzên Asayîşa Silêmaniyê çûn navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û pirsa “fermiyeta we heye yan na?” kirin.

Li ser vê yekê rêveberiya Tevgera Azadî di êvariya heman rojê de daxuyaniyek da çapemeniyê û da zanîn ku li ser asta Iraqê fermiyeta wan heye, her wiha ji bo Herêma Kurdistanê jî gavên pêwîst avêtine, lê hikûmeta herêmê bersiva wan nedaye..

4 endamên Tevgerê rehîn hatine girtin

Ji 27’ê Mijdarê ve çend baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatine girtin. Herwiha li Kelara jî hêzên asayîşê dest danîne li ser bargehê û 4 endamên Tevgera Azadî yên li baregehê de derî li ser wan girtîne û rehîn hatine girtin. Parlamentorê Tevgera Goran ya Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed şevê din çû serdana van her çar endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yên rehîn hatine girtin.

 Parlamentora Tevgera Goran ya Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku wê dosya girtina baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bibin Wezareta Hundirîn a Iraqê û got; “Çawa dibe partiyek li Iraqê fermiyeta wê hebe, lê li Herêma Kurdistanê baregehên wê were girtin. Cûdahî di navbera biryara Qubat Talebanî û bombebarankirina herêma Qendîlê ji aliyê balafirên Tirk ve nîne.”

Herwiha şevê din Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn serdana van endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yên li baregeha Kelarê rehîn hatine girtin kir.

Şirîn Emîn jî li ser hesabê xwe yê tora civakî ev daxuyanî da; “Qet belge û fermanekî fermî nîne ku ka ji ber çi endamên Tevgera Azadî ên tên ceza kirin. Nayê zanîn ji aliyê kê ve fermana cezakirina wan hatiye dayîn. Endamên Tevgera Azadî li navenda xwe hatine desteserkirin.  Asayîşê derî li ser wan girtiye û kilîlê nadin. Ev kiryarên asayîşê nayên pejirandin. Binpêkirina mafê mirovan, partî û şikandina rûmeta endamên Tevgera Azadî ne. Divê li hemberî vê derkevîn.”