Hejmara 7’emîn a “Bultena Tecrîdê” ku ji 15 rojan carekê ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ve tê weşandin, derket.

Bulten bi armanca têkildarî tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, civakê agahdar bike tê weşandin.

Tê de hat bibîrxistin ku agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar kete meha 38’emîn.

Di bultenê de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê 24 sal û 2 meh û 18 roj in tecrîdek heye, 4 sal sal û mehek û 30 roj in malbat nikarin hevdîtinê bikin, 4 sal û 8 meh û 26 roj in parêzer nikarin hevdîtinê bikin û bal hate kişandin ku 2 sal û 13 meh û 7 roj in jî pêkanîna “agahînegirtina mutleq” heye.

OHD’ê di bultenê de cih da bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya ku ji bo serlêdana DEM Partî ya 7’ê kanûna 2023’an kiribû.

Di agahdarkirina bi serenavê “Wezareta Dadê tecrîd înkar kir” de hate gotin:

“Ji aliyê midûriyetê ve hate îdiakirin ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke mûtleq nîne û girtî bi awayekî wekhev ji hemû mafên xwe yên bi qanûn û rêzikan hatine dayîn sûdê werdigirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ji Wezareta Dadê re ev bang kir ‘herî dawî kengî hevdîtin hate kirin’.”

Di bultenê de bal kişandin ser rewşa Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê û ruxmî cezaya wî ya 30 salan qediyaye nehat berdan û taloqî saleke din kirin.

Hat gotin; li gor mudetnameya beriya niha Serdozgeriya Komara Bûrsayê amade kirî diviyabû 28’ê nîsana 2024’an de hatibûya berdan lê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî salekê hatiye taloqkirin.

Di bultenê de ev biryer li dijî qanûn û hiqûqê hat binavkirin, hat gotin: “Ev biryara ku tê wateya xespkirina azadiya birêz Aktaş nedan parêzerên wî.”

OHD’ê di bultenê de cih da çalakiya bi daxwaza “azadiya Reber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” ji aliyê girtiyên siyasî ve tê meşandin.

Di rûpela duyemîn a bultenê de ji bilî çalakiya “boykotê” ya li girtîgehan berdewam dike, daxuyaniyên ji aliyê Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya Ewropayê (CPT) Alan Mîtchel ve hatine dayîn ku komîteyê di sala 2022’yan de serdana Îmraliyê kiriye, rapor amadekirî ye lê encax bi pejirandina Tirkiyeye dikare bê weşandin jî cih girtin.