Parlementerên Parlementoya Kurdistanê ji bo piştevaniya bi çalakvanan re dest bi grevê kirin.

Komek parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistan ku tê gotin yên fraksiyona Goran, Komeleya Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Nifşê Nû û serbixwe ne, ji bo piştiriya xwepêşanderên Herêma Kurdistanê ketin grevê. Parlamenteran bi daxuyaniyekê diyarkirin ku heya daxwazên rewa yên xelkê Herêma Kurdistanê pêk neyê, ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Li Herêma Kurdistanê xwepêşandanên li dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê dewam dikin. Bi rojane xelkê herêmê li qadanin û daxwaza mafê xwe dikin. Heya niha di xwepêşandanan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji bo piştgirîdayîna xwepêşanderan komek parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ketin grevê. Li ser navê parlamenteran daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “Em weke Parlamenterên Kurdistanê, ji bo parastina yekdengî, mafê rewa yê xelkê Kurdistan, başkirina jiyan û çareseriya qeyrana mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê, bi israrin. Tevî desthilatdarên herêmê sedema qeyrana li Herêma Kurdistanê ne, hîn jî di birsîkirina xelkê, qeçaxçitiya li sînoran û neşefaftiya dahata neftê de bi israrin. Neheqî li ciwanan tê kirin û têne şehîd xistin.

Em li dijî tundûtujiyê ne, lê dema ku rewş gihîşt asta tundûtujiyê, xwîna mirovên me ji pencere û deriyên baregehan pîroztire. Divê berpirsên hizbê bi berpirsyarane danûstandinê bi nerazîbuna li kolanan re bikin. Dawî li vê xwîn rijandinê bînin. Em bang li hêzên ewlekariyê dikin, xwepêşandêr jî zarokên vê herêmê ne, ji ber ku neheqî li wan tê kirin daketine kolanan, heman neheqî li we jî hatiye kirin. Ji bo vê berê tifenga xwe nedin wan.

Em bang li hemû hizban dikin, baregehên xwe li hemû bajar û navçeyên alozî tê de vale bikin. Xwe ji xwepêşanderan dur bixin û li hemberî wan ranewestin. Em ê li gorî wezîfeya navxweyî ya parlamentoya Kurdistanê, ji bo ku demek zû de civînek çêbibe û hikumet were parlamentoyê, daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê bikin.

Divê hikumet hemû pirsgirêkên heyî, neft, qaçaxçitiya sînor û bacê çareser bike. Bi Iraqê lihev bike û dawî li tundûtjiya dijî xwepêşanderan bîne.

Bang li xwepêşanderan dikîn, ji bo xwestina mafên xwe şêwazên aştiyane bikarbînin. Em piştgiriyê li mafê we dikin û dixwazin hûn xwe ji tundûtujî, şewitandina cihên giştî biparêzîn.

Me biryar de em weke parlamenter, ji bo piştgirîdayîna daxwazên we xwepêşanderan, li parlamentoya Herêma Kurdistanê bikevîn grevê. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo nerazîbûnan dewam bikin, heya hêviyek rast ji bo çareseriya pirsgirêka xelkê Kurdistanê dernekeve û dawî li vê rewşa nayê xwestin neyê, emê çalakiya xwe dewam bikin.

Em bang li hemû parlamenteran jî dikin da ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Kurdistanê.”