Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi peyamekê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.
Peyama KNK’ê bi vî rengî ye:
Rejîmên zalim û zordar her tim pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, zor û zehmetî derxistine pêşiya karkeran.
Lê karker bi têkoşîn û berxwedana xwe, 1’ê Gulanê kirine cejna xwe ya ‘Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê’.
Gelên Kurd û Kurdistanî hemû jî, bi sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têdikoşin.
Têkoşerên gelê Kurd, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar ên vê axê ne.
Em weke, KNK’ê vê cejna karker û kedkarên Cîhanê, li gelên Kurdistanê û hemû gelên Cîhanê pîroz dike.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî bi heman boneyê peyamek weşand û ev nirxandin kir.
1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî, li kedkarê mezin Rêber Apo pîroz dikin.
Rêber Apo ruh û mîrateya nirxê rasteqîn ê tevahî kedkarên herêmê û cîhanê geş kir.
Em bi vê boneyê li tevahî kedkar û karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî berxwedêr û têkoşerên li dijî zilmê pîroz dikin.ʹʹ
Bang li deste, sazî, yekitî, rêxistinên civakî û çandî kir ku tev li çalakiyên 1’ê Gulanê bibin.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê jî têkildarî 1’ê Gulanê peyamek weşand.
TJK-E’yê 1’ê Gulanê pîroz kir û li dijî şer, qirkirin û kapîtalîzmê bang li jinan kir ku dakevin qadên 1’ê Gulanê.