Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku dewleta Tirk PDK dîl girtiye û got, “Rêya xwe şaş kiriye, ketiye ser rêyeke şaş û metirsîdar.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bersiv da pirsên ANF’ê. Em beşa dawî ya vê hevpeyvînê diweşînin.

Têkoşîna gelê Şengalê ya li hemberî peymana qirkirina Êzidîyan berdewam e. Çend roj berê leşkerên Iraqê mudaxeleyî Şengalê kirin. Gel hemberî vê bû asteng û nehişt kû hêzên Iraqê bikevin Şengalê. Li derdora asayîşa Şengalê bendên rûmetê ava kirin. Piştî vî sekna hêja PDK daxuyanî da ku hikûmeta Iraqê da ku ev peymana qirêj bixe meriyetê. Ji bo têkbirina vê pêymanê divê çi bê kirin û hişyarî di kîjan astê be?

Têkoşîn û berxwedana li Şengalê dimeşe ji 9’ê Cotmehê vir ve bi rastî jî gelekî girîng û balkêş e. Ez destpêkê bi rihê berxwedana Şengalê, bi sekna gelê me yê berxwedêr, bi bêrîkirineke mezin û bi hurmet cejna gelê me pîroz dikim. Gelê me niha îbadeta xwe yê olî û rê û resmê xwe yê civakî di meha rojiyê de ye. Du eyd kirin ev eyda dawî ya Êzî ye. Him cejna derbasbûyî Sêşim Xwedan û niha ji ya Êzî ez tevahî civaka me û tevahî gelê Kurdistanê van cejnê pîroz dikim. Ev cejin bû wek cejna berxwedanê. Va ye gelekî girîng bû.Niha hevpeymana di navbera hêzan de hat çêkirin armanca wê, helwesta wê çi bû, di demên dawîn de me ev tişt şîrove kir di demên derbasbûyî de. Di heman demê de tevgera azadiyê ev mijar gelek caran nirxand. Civaka Êzidî vî tiştî her car şîrove dike. Dostên gelê Êzidî şîrove dikin. 2 meh in rojava me tevahî rewşa Şengalê ye. Bêguman rewşa Şengalê ji bo tevahî mirovahî û gelan girîng e. Tiştên li ser Şengalê tê ferzkirin ne tenê ji bo Şengalê ye. Şengal berdewamiya konsepta li ser Rêbêr Apo ya li ser Kurdistanê ye. Divê mirov di nava vê sureta mezin de lê mêze bike û wisa şîrove bike. Bi rêbazên curbecur dixwazin vê konseptê bixin dewrê. 9’ê Cotmehê bi rengekî bêexlaqî fermaneke nû di bin navê qanûn de defakto dixwazin pêk bînin. Lê belê sekna gelê Şengalê van plan û daxwazan pûç kir û vala derxist. Ji ber vê yekê divê sekna gel baş bê famkirin ka ew sekin komployekî mezin çawa berovajî kir. Rewşa li Şengalê tê jiyîn divê mirov ji sê milan lê mêze bike. Yek; gelê Şengalê çi dixwaze? Jixwe ev zelal e. Gelê Êzîdî civakeke çendî caran bi ferman û qirkirina re rû bi rû maye. Êşa vê hîna jî dikşîne. Birînên Şengalê hîna jî nehatiye pêçan. Gelê Şengalê ne gelê berê ya sala 2014’an e. Gelê Şengalê êdî xwedî bîrdozî, xwedî felsefe, xwedî amûrên têkoşîn û xwedî zanistekê ye. Gelê Şengalê dizane ku ev êdî şansa wî ya dawî ye. Divê herêmeke xweser, parastineke xweser, rêveberiyeke wê jî hebe, li ser vî esasî di nava destûra bingehîn ya Iraqê wekî parêzgeheke cihê xwe heye ava bibe û statûya wî bê naskirin. Di destûra bingehîn ya Iraqê ji vê re vekiriye û dest dide. Gelê Şengalê û tevahî civaka Êzîdî 6 sa in li ser vê têdikoşin û têkoşîna wan didome. Projeya xwe di sala 2016’a bi fermî radestî hikûmeta Iraqê ya wê demê kiriye. Şengalî dewletekê ava nakin, ji Iraqê qut nabin, naçin cihekî din dagir nakin berevajî vî tiştî mafê xwe yê xwezayî û jiyana tevî nirxên xwe dixwazin. Ev jî mafekî wan ê weke şîrê dayika wan ji wan re helal e. Tişta ku heya îro hatine serê wan, naxwazin ji niha û şûnde dîsa were serê wan. Rûxmê vana dema ev peyman çêbû nêrîn û erêkirina civaka Êzîdî li ber çav negirtin. Bi zordarî dixwazin sazî û dezgehên demokratîk ya Şengalê dagir bikin. Civaka Şengalê bi berpirsyartî tevgeriyan. Rê û rêbazên demokratîk xistin dewrê. Meclîsa Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiyê ya Jinen Şengalê, dîsa Partiya Azadiya Demokraîk a Şengalê bi ciwan, jin û bi hemû pêkhateya xwe ve him helwesta xwe danîn holê û him jî rêka diyalogê geriyan. Ev diyalogên ji 2014’an ve berdewam dikirin, dixwestin hîn xurttir berdewam bikin. Heyet ser heyet şandin Bexdayê. Niha jî heyetên wan li wê derê ne. Ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin.

TIŞTA ERDOGAN LI SER ŞENGALÊ DIKE WÊ SIBÊ LI SER KERKÛK, MUSUL Û TIL EFERÊ JÎ FERZ BIKE

Lê belê dewleta Iraqê hêzeke mezin şande Şengalê û hîn ev pêngav berdewam e. Iraq dizane ku zerar ji Êzîdiyan nabîne lê li ser Iraqê dewleta Tirk û bi taybetî PDK zextan dike. Iraq ne mecbûr e li hemberî van zextan tawîz bide. Ger ku Iraq gelê hêjar, gelê ku ewqas ji fermana re derbas bûye bi vî rengî mafê wî binpê bike û careke din gel koçber bike, ew pir rengiya Iraqê êdî nikare berdewam bike. Ew ol û baweriyên li Iraqê de êdî nikarin bi hev re bijîn. Nakokiyên mezhebî wê zêdetir derkevin pêş. Hemû kes wê hikûmeta navendî ji xwe re talûke bibîne. Ew ê wisa lê were ku Iraq ber bi parçebûnekê ve biçe. Ger Iraq vê tahlûke nebîne û pêşî lê negire, di dawiyê de wê bi destê dewleta Tirk têk biçe. Îro tişta ku Erdogan li ser Şengalê dike wê sibê li ser Kerkûk, Musul û Til Eferê jî ferz bike. Di heman demê de wê li ser Başûrê Kurdistanê jî ferz bike û ji niha ve ferz kiriye jî. Ji bo ku Iraq hinek dem ji xwe re veqetîne û ji bo pêşî li vê hegemonyayê bigire weke Şengal dike qurban. Ev jî xwexapandinek e, Iraq bi vî rengî xwe dixapîne. Parçeyek ji axa Iraqê biçe wê sibe hemû beşên din yê Iraqê li ser hev biçin. Aboriya û siyaseta wê jî vê yekê ranake û wê têk biçe. Hêzên derve tawîzan didin ku bi dewleta Tirk re bixin nava hevsengiyeke ku ji nû ve careke din navbera wan xweş bike û çêbike. Iraq dizane kê piştgiriya DAÎŞ’ê kir. Iraq ev 7 sal in bi DAÎŞ’ê re hate rewşeke çawa û hatiye qonaxeke çawa vê yekê dizane. Divê Iraq bi civaka Êzîdî re li hevhatineke li ser mafê civaka Êzîdî û stratejîk çêbike. Ger ku Iraq vêya bike wê destê wê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û zextên PDK xurt bibe. Divê Iraq nekeve nav lîstikan û pirsgirêka heyî bi diyalogê çareser bike û vîna gelê Êzîdî nasbike.

PDK’Ê OLA ÊZIDIYAN DÎL GIRTIYE

Yê ku di mijara Şengalê de bi hemû awayî û eşkere dijminatiya xwe bi rengekî eşkere dike PDK ye. PDK vîna xwe teslîmî Tirkiyeyê kiriye. Ev rastî ji rêzê nîn e. PDK rê û rêbazên niha dide meşandin yê şerê taybet û feraseta faşîzma Erdogan û Bahçelî ye. PDK dijminatiya gelê Şengalê û di şexsê gelê Şengalê de dijminatiya civaka Êzîdî dike. PDK tu car vîna gelê Şengalê û Êzîdî nas nekir. Çawa ku bi qirkirinê ve rû bi rû hişt, niha jî tolê vê ji wan digire. Dibêje teqez Êzîdî ji holê rabin. Dema Şengal ji hêla DAÎŞ’ê ve hate dagirkirin PDK wan bi qirkirinê re rû bi rû hişt û reviya. Ev jî nêzikbûna wan diyar dike. Dema Tevgera Azadiyê mudaxaleya Şengalê kir û Êzîdî ji qirkirinekî rizgar kir, dewsa ku PDK ji vê keyfxweş bibe, ne ku mudaxaleyeke li dijî DAÎŞ’ê dît weke mudaxaleyeke li ser xwe dît. Serokwezîrê PDK’yî ê niha ku wê demê serokê ofîsa ewlekarî ya PDK Mesrur Barzanî çendîn caran gef li Êzidiyan xwar û digot “Ger PKK ji Şengalê derkeve em ê we di nava 2 saetan de tune bikin. Ji ber ku hûn nikarin li ber xwe bidin”. Hîna jî ev kes bi vê ferasetê nêzikî Şengalê dibe. Ruxmê ku PKK’ê di bihara 2018’an de bi rengekî eşkere, vekirî û diyar hêzên xwe ji Şengalê kişand jî PDK ev têr nedît. Sedema vê jî, ji ber ku civaka Şengalê rastiya PDK’ê li hemberî xwe dîtibû û ji xeta PDK qut bibû. Ev tişt nehat hesabê PDK’ê. Ji damezirandina PDK’ê heya niha Êzîdî weke amûreke di destê xwe de girtiye. Li parêzgeha Dihokê Şexan gund û navçeyên derdorê wî civaka Êzidî lê dijîn, PDK ji bo xwe wan bi kar tîne. Laleşa Nûranî di bin kontrola PDK’ê de ye. PDK hemû dîl girtiye. Ola Êzîdiya dîl girtiye. Ne bi destûra PDK’ê be nikarin biçin Laleşê û îbadeta xwe bikin. Di nava sal û nîvekê de mîrê Êzîdiya qedem guhest PDK ne li gor wê bûya nedihişt hilbijartinek jî çêbibe. Baba Şêx qedem guhast kesê ku ew dide nîşandan dixwaze ew li ser Êzîdiya ferz bike. Dema Êzîdî vê yekê dibînin ji bo parçe nebin û neyên lîstokan vê yekê dikin. Ger ne ji fikir û felsefeya Rêber Apo bûya him di hilbijartina mîr him jî bi hilbijartina Baba Şêx wê civaka Êzîdî parçe bibûna. Civaka me ya li Şengalê bi zanebûn tevgeriya. Ji bo yekbûna Êzidiyan û Êzîdxana pîroz bi mesûltî nêz dibin. Gelê Şengalê bi berpirsyar nêz dibe. 6 sal in Şengal di nava berxwedanê de ye û têkoşîneke bêhempa dike. Him pergala xwe ya xweser û demokatîk pêş xistiye him xwe bi rê ve dibe û him jî xwe diparêze. Baş dizane ji bilî vê fikir û felsefe û pergalê tu tişt nikare Êzîdiyan ji ferman û qirkirinê xelas bike. PDK di nava Êzidiyan de her tim nakokî, parçebûyîn û tevliheviyê çêdike.

Mînaka vêya dawî çûn kampên di bin destê xwe de xwepêşandana li hemberî xweseriya Şengalê çêkirin. Bi vî rengî jî qaşo xwestin bêjin Êzidî bi me re ne. Hinek kes derxistin di televîzyonan de dan axaftin. Hevkarên xwe li Şengalê xistin tevgerê. Lê ev hemû tişt pûç derketin. Êdî nizane çi bike. Mesrûr Barzanî bêfedî daxuyanî daye û diyar dike em li benda Iraqê ne ku were bê peymanê pêk bîne. Mesrûr Barzanî bi daxuyaniya xwe banga fermana 75’a ya qirkirina Êzîdiyan da. Bi destê Iraqê dixwaze vê yekê bike. Ev yek feraseta PDK’ê ye. Li ser tevahî Başûr vê yekê dike. Bi vî rêbazê PDK li ser fermana Erdogan wê nikaribe Êzîdiya ji holê rake. Rastiya PDK’ê û nêzîkbûna wê yê li dijî civaka Êzîdî weke rojê diteyise. Berdela wê çi dibe bila bibe wê civaka Şengalê bi xwe bawer, bêtirs û xof li mafê xwe xwedî derkeve û berxwedana xwe bike. Tişta ku wê bi ser bixîne jî ev rê û rêbazê vê têkoşînê ye. Bi taybet ê ku vê peymanê pûç bike berxwedana Şengalê ye. Her wisa berxwedan û alîkariya dostên Êzîdî û gelê Kurd e.

Gelê Şengalê şev û roj li ser pêyan e. Taybet jin pêşengtiyeke xurt ji van çalakiyan re dikin. Hûn wekî milîtanekî Êzîdî ya Rêber Apo kar û xebatên we jî ji bo azadiya Şengalê çêbû. Divê gelê demokrasîxwaz û gelê Kurd çawa xwedî ev baweriya resen û Şengalê derkevin?

Şengal piranî em li ser çapemenî dişopînin. Dîmenên ku li Şengalê tên ber çavên me hêvîyeke mezin bi tevahî civaka bindest re dide avakirin. Hêvî û baweriyeke mezin dide jinan û berpirsyartiyeke pir mezin dide ser milê me tevan. Gelekî ku xwe rêxistin bike hêza wê çi ye, veya tîne ber çavên mirovan. Bi rastî jî berxwedaniya tê kirin, pir bi wate û bi nirx e. Ez bi hemû coşa xwe vê berxwedanê pîroz û silav dikim. Mînak hinek dîmen derketin mirov digot gelo ev der Cîzîra Botan û Nisêbîna 1991’an e yan na?. Yan jî di dîmênên xwe yên derbasbûyî de mirov digot qey ev der Filîstîn e. Bi van rengan dîmen derdiketin pêş. Çima ev mînak? Ji ber li Filîstînê xwepêşandan dest pê kir rihekî da tevahî hêz, hemû gelê bindest, jinan, karkeran, demokrasîxwaz û welatparêzan. Her kesî dît ku têkoşîna Filîstînê pêşiya wan ronî dike û feydeyekî vê jî gelek çêbû. Gelan jê sûd wergirtin û ketin rêka têkoşînê. Salên 90’î li hemberî faşîzma dewleta Tirk li Cîzîra Botan, li Nisêbîna rengîn, li Şirnexê di pêşengtiya jin û ciwanan de dîmênên ku derketin hemû herêmê jê bandor girt. Ji van serhildanan bawerî girt ku dikare têbikoşe. Di heman demê de ev 30 sal in ev rih berdewam dike. Li Şengalê ev tiştekî nû ye. Lewma jî em dibêjin pir pir bi wate ye û girîng e. Li Şengalê ev rihê berxwedan û têkoşînê piştî Şengal di fermanê re derbas bû ev yek çêbû. Dema em dîmen, gotin û civînên di çapemenîye de derdikevin dibînin û guhdar dikin, gelê Şengalê dibêje ferman pir tişt ji me bir û em nahêlin dubare ev rewş çêbibe. Ji bona vê jî ev berxwedan û sekna Şengalê di îroj tesîrekî erênî li ser herêmê û civakên bindest û azadixwaz dike. Yên serkeşiya vê dike dayîk û cîwan in. Jin bi her awayî çi dîplomatîk, çi bi çalakiyan be pêşengtiya vê yekê dikin. Me di bernameyeke xwe de ev gotibû ku tenê bi dayika ve mabe jî ev peymana qirker wê nekeve meriyetê. bi rastî jî ev baweriya min a bi jinê Şengalê û dayikan di vê pêvajoyê de piştrast bû. Ji bo vê ez tevahî jin û dayikên berxwedêr bi taybetî spas û pîroz dikim. Di heman demê de ciwanên Êzîdxanê jî sekna wan a pêşeng derkete holê. Dema ciwanên Êzîdxanê bi tiştekî bawer kirin tu hêz nikare pêşiya wan bibe asteng. Civaka Êzîdî hatiye naskirin ku timî belengaz e, nezan e û stûxwar e. Ne wisa ye. Bi vî rengî hatiye hiştin. A niha rûyê wê yê berxwedêr, azadîxwaz, welatperwer, mirovî derdikeve holê. Milê wê yê zane derkete holê.

GER EV PEYMAN BETAL NEBE WÊ BEXDA TÊK BIÇE

Bi taybet di 2 mehên dawî de civaka Êzîdî bûye xwedî hewldan û rûmetekî mezin. Xwe daye diyarkirin ku ne wekî tên zanîn e. Êdî gelê Şengalê dizane ku kêr li ser stûyê wan e. Yan wê vê kêrê paş de biavêjin yan jî wê stûyên wan bên jêkirin. Ger stûyekî bê jêkirin tu nikarî ew serî carekî din pê ve bikî. Ev heqîqetek e. Ji bo na vê jî dayîk dizanin ku ev peyman carekî din pêk were di zanebûna wê de ne, ku ew e bibin kole. Edî ev yek careke din nikarin qebûl bikin. Ciwan dîsa bi vî rengî. Ji bona vê jî em vê berxwedanê tenê ji bona ku demekî kurt berdewam neke, çi pêwist e divê bê kirin. Rê û rêbaz girîng in. divê hîn dewlementir bibin. Konab vedin, çalakiyan çêbikin, greva birçîbûnê bikin. Her wiha xwebirêxistin bikin. Biçin ber deriyên Netewên Yekbûyî rûnên. Heta ev peyman betal nebe, û xweserîya Êzidxanê neye naskirin, divê civaka Êzidî di mala xwe de bi rihetî rûnenê. Lê belê divê ev yek bi gelê Şengalê re sînordar nemîne. Civaka Êzidî a li derveyî welat divê hîn hewldan û çalakîyên bi bandor bidomînin. Jixwe gelê Kurd û Tevgera Azadiyê piştgiriyê didin. Em Tevgera Azadiyê nikarin careke din tehemul bikin ku civaka Êzîdî ji berjewendiyên hinekî din re bibe qurban. Destkeftiyên Şengalê destkeftiyên tevahî jinan e. Wê bibe destkeftiyê gelê Kurd, Iraq û Başûr. Bi vî berxwedaniyê gelê Şengalê gihiştiye nirxê xwe. Li hemberî vê qirkirina xwe ku hate kirin, bi vê sekna xwe divê layiqî şehîdên xwe bin û xwedî li wan derkevin.

PDK LI HEMBERÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ SÛCEKÎ DÎROKÎ DIKE

Niha ya herî bi xeter jî siyaseta PDK’ê ye. Dewleta Tirk êdî PDK dîl girtiye. Dîlekî di destê wan de ye û li gorî xwe bi kar tînin. PDK ji Xakûrkê bigre heya Heftanînê, ji Metîna bigre heya Çiyaye Şengale xiste bin êrîşên dewleta Tirk. Dewleta Tirk tê de bi dehan wargeh ava kir. Ligel van hemûyan niha jî dixwaze bi xwe êrîşî gerîlayan bike û dora wan bigire. PDK bi vî rengî xwe tune dike. PDK ketiye nav şaşiyeke xeter. Li hemberî Yekîtiya Netewî sûcekî dîrokî dike. PDK rêya xwe şaş kiriye û xwe pêşkeş dike. Li Başûrê Kurdistanê mirov ji xêzanî nikarin debara xwe bikin. Mûçeyên mamoste û ya karkeran nayên dayîn. Cîwan xwe pêşandanan de ne. Di xwepêşandanan de ciwan û zarok têne qetilkirin. Dewsa hesabên van bide û pirsgirêkê çareser bike, berovajî vê tişta ku niha dike berê Iraqê dide ser Şengalê û dibeje Peymana Qirker pêk bîne. Ji Tirkan re jî dibêje tu jî were. Divê PDK siyaseta xwe yê çavsor, teng bide sekinandin. Ev berjewendiyên bi vî rengî hatiye asta herî dawî. Ev xwepêşandanên li Başûr rû didin di encama siyaseta PDK de ne ku bi dewleta Tirk re ketiye nava gemarê. Ger li Şengalê pirsgirêk bi rêbazen demokratik çareser bikira, civaka Êzîdî nas kiriba îro ewqas mecbûrî Iraqê nedibû. Ger siyaseta faşîzma dewleta Tirk qirkirina wê ya li ser Bakurê Kurdistanê piştgirî nedaba û di milê aborî de nefes nedaba dewleta Tirk, îro ew jî nedikete vê qeyranê. Ev hemû girêdayî siyaseta li dijî gelê Kurd e. Çareya vê çi ye? Çareya wê ev e divê xwe biguherîne û mafê gel bide. Divê bi rengê demokrasiyê nêz bibe û bi diyalogê çareser bike. Bi tepisandina civakê û gel ne gengaz e ku encamê bigire. Ger ku dixwazin bi gelemperî di qadê de tune nebin, divê xwe biguherînin û hesap bidin. Li hemberî dijminê xwe yê esasî têbikoşe û divê di nava xwe de demokrasiyê çêbikin. Û PDK, dev jî hevkariya dewleta Tirk berde û li dijî dagirkeriya bi destê Erdogan li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin jî helwesta xwe diyar bike. Divê nebe hevkarê qirkirina civaka Êzidî û destkeftiyên gelê Kurd.

GERÎLA NÎŞAN DA KU BI AMADEKARÎ Û BI AZMÛNEKE XURT DIKARE BIBE BERSIVA SALA 2021’AN

Di nava salê de berxwedanî û çalakiyên gerîlayên azadiyê mohra xwe li têkoşîna gelê Kurd da. Heftanîn bû sembola rihê demê. Li her qadê bi çalakiyên xurt derbên mezin li dagirkeran hate xistin. Hûn berxwedana gerîla ya di vê demê de çawa dinirxînin?

Sala 2020’an bû sala gerîlayê azadiyê. Di destpêka salê de PDK’ê xwest li Zînî Wertê dora gerîlayan bikire. Jixwe êrîşên dewleta Tirk tu caran nesekinî. Taybet vê sala dawî bi biharê ve êrîş li ser Heftanînê û tevahî Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Bakurê Kurdistanê berdewam kir. Gerîla bi berxwedanî û têkoşîna xwe carekî din nîşanê tevahî cîhanê da ku heviya tevahî gelê bindest e. Hêviya tevahî jinên di xeta azadiyê de têdikoşin. Garantiya demokrasiyê ye. Berxwedana di sala 2020’a hate kirin, ev yek da diyarkirin. Artêşa dewleta Tirk qaşo di NATO de duyemîn artêşa mezin e. Di êrîşên xwe de destek û teknîka NATO pê re bû. Bi van êrîşan hedefa dewleta Tirk çi bû? Dewleta Tirk digot, “Ez ê PKK’ê tune bikim”. Erdogan di axaftina xwe de digot ez ê Kurdan tune bikim. Bi vê armancê êrîş kir, lê gerîla jî bi berxwedaneke xurt bersiva vî tiştî da. Bi rê û rêbazên nûjen ya modern ya gerîlatiya pispor, di bin hemû şert û mercan de li hemberî hemû cure teknîkên giran li ber xwe da. Ev destkeftiyeke mezin bû û baweriyeke mezin da. Gerîla nîşan da ku bi amadekarî û bi ezmûneke xurt dikare bibe bersiva sala 2021 an û azadiya gelê Kurd mîsoger bike. Ji ber vî tiştî gerîla di sala 2020’an de bi ser ketiye û serkeftina xwe jî kiriye malê tevahî gelê Kurdistanê. Hemû kesan dît ku encax bi berxwedanê destkeftî dikare bê parastin û bi têkoşînê li hemberî zilmê bê sekinandin. Di vê oxirê de elbet gerîla jî şehîd bûn. Ev şehadet di berxwedan û têkoşîneke mezin de çêbû. Şehîdên me bi bîr tînim û hemû gerîlayên azadiyê silav dikim. Hemû gerîlayên ku di qadan de li ber xwe didin, wan silav dikim. Taybet YJA-Star silav dikim ku rolekî xwe yê mezin di vê berxwedan û têkoşînê de heye. Çalakiyên xweser pir pêş xistin. Tola jinên Şengalê, yên ku di kolanan de hatin firotin û qetilkirin, tola jinên niha di zindanên dijmin de ne, tola jinên bi destdirêjiyê re rû bi rû dimînin radikin. Bi vî minasebetê bang li ciwanan dikim ku çawa di salvegera partiya me de tevlîbûnên xwe rêf bi ref çêkirin divê berdewam bikin. Çareserî têkoşîn û bilindkirina xeta azadiyê ya gerîlayan e.

Gerîla têdikoşe, gel li çar perçeyên welat û derveyî welat li ser pêyan e, girtiyên azadiyê li ber xwe didin. Ev berxwedan û têkoşîn divê êdî çawa bigihije hev û formek çawa bigire? Peyam û perspektîfên we bo sala nû çi ne?

Tiştên di van salan de hatine jiyîn û niha jî hene, dibe ku di sala pêş de jî bidome. Bûyer di cihekî de nasekine û derbasî wir nabe. Bi hev re girêdayî ye. Ev destkeftî û têkoşîn ya 50 salan e. Ev 50 sal jî bi nirxên civaka Kurd ya ji dîrokê heya niha hatiye ve xwe ava kiriye. Him di hêla nirxê xwe xwedî derketin û him jî kar û xebatên ku ji bo yekitiya netewî hatin kirin girîng bû. Ruxmê ewqas êrîş li ser çêbû jî dîsa jî bi pêşengtiya fikrî û felsefeya tevgera Apoyî de ji bo avakirina jiyana azad helwdanekî mezin da. Sala 2021 divê hîn zêdetir bi rê û rêbazên nûjen bên berdewamkirin. Dijminên gelê Kurdistanê lewaz ketine û li ber têkçûnê ne. Gelê Kurd jî bi hemû awayî ezmûnê xwe xurt kiriye. Destkeftiyên xwe mezin kiriye. Şerê taybet ya dijmin êdî têk çûye. Ew blokên faşîzmê ku ava kirine li ber têkçûnê ne. Hevkariya ku ji derve digirtin têk diçe. Bi gelemperî vana hemû divê baş were dîtin û li gorî vî sala nû divê bê pêşwazî kirin. Amadekarî li gor vî divê bên çêkirin. Banga me jî siyasetmedar û partiyên Kurd hene. Destkeftiyên Kurdan di bin xeteriyekê de ne. Va ye li Başûr, Bakur û Rojhilata Sûriyeyê êrîş qet nesekinîn. Li Başûrê Kurdistanê, Şengal, di heman demê de Bakurê Kurdistan xizanî û qirkirina siyasî berdewam dike. Li Rojhilata Kurdistanê pirsgirêkên pir ciddî ya civakî heye, milê aborî, mafê mirovan ji dest girtine, jin wekî her tim di asta koletiyê de ye. Pêngava ku hatiye destpêkirin li her çar parçeyê welat û derveyî welat bersiva vî xurt hatiye dayîn. Divê her beş bi şîara destpêkirî berdewam bike ku heya bigihije armancê vî pêngavê. Li ser vî esasî tevahî gelê Kurdistanê, dostên gelê Kurd, dîsa eniya demokratîk, hêzên muhalefet ku bi kiryarên dewleta faşîst ji mafê xwe hatine dûrxistin û azadîxwaz divê em hêzên xwe bikin yek û têkoşîna azadiyê di vî sala nû de bilind bikin. Partiyên Kurdan jî divê yekîtiya netewî ji hemû berjewendiyên xwe yê hizbî jortir bigirin dest. Em ê jî ji her demê zêdetir hewldana xwe ya yekîtiya neteweyî berdewam bikin. Em bawer in bi pêşengtiya KNK kar û xebatên yekîtiya netewî berdewam bikin. Stranbêj, hunermend û ronakbîr kedeke mezin dan vê salê û em bawer dikin dê berdewam bikin. Li ser van esasan ez kesên ku keda xwe di têkoşîna azadiyê de heye û li hemberî faşîzmê helwesta xwe zelal dikin, ez wan silav dikim. Ez bawer dikim li ser van destkeftiyên mezin wê têkoşîn û berxwedan berdewam bike û sala 2021’an bibe sala azadiya gele Kurd, ya tevayî gelên herêmê û ya jinan.