PDK’ê ku beriya niha hêzeke xwe ya çekdar şand herêma Garê û ji ber ku hewl da bikeve kampa gerîla alozî derket, vê carê jî li qadeke din gaveke metirsîdar avêt. Hêzên çekdar ên PDK’ê li bejahiya Ranyayê bi cih dibin û hewl didin qada gerîla dorpêç bikin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, PDK’ê hêzeke xwe ya çekdar li herêmeke navbera navçeya Ranya û Rewanduzê bi cih kir û baregehên leşkerî ava dike.

Hate ragihandin ku hêzên çekdar ên PDK’ê li ser Girê Simore û Girê Tuşreke yên li bakur rojhilatê Rewanduzê dest bi çêkirina baregehên leşkerî kiriye.

Ev herêm nêzî qadên Zozanên Sêwek, Zîn, Bêrêş û Karoxê ye ku weke qadeke gerîla tê naskirin. Tê gotin ku bi vî rengî hewl tê dayin ku dor li van herêmên gerîla bê pêçandin.

Her wih roja 30-31’ê Cotmehê jî PDK’ê hêzên Zêrevanî û çekdarên xwe yên bi navê ‘Roj’ li gel çekên giran derbasî qadên Bêxme, Henare û Xelan ên nêzî Geliyê Elî Begê kiribûn.

Tê gotin ku PDK amadekariyan dike hêzek zêdetir li çiyayê Korek û çiyayê Gors bicih bike.

PDK’ê doh jî hêzek bi çekên giran derbasî gundê Gerewan ê li heman herêmê kiribû.

Bi vê veguhastinê re PDK di heman demê de sînorên li gorî lihevkirina PDK û YNK’ê hatibûn diyar kirin derbas kiriye û li deverên dikevin sînorê YNK’ê baregehan ava dike.