HPG’ê şeş gerîlayên li navçeya Qilabanê ya Şirnexê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, “Em soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên jiyana azad a şehîdên xwe, bi rengekî bêeman têbikoşin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şeş gerîlayên di 20’ê Tîrmehê de şehîd bûn daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di dîroka xwe ya berxwedanê de gelek lehengên mezin afirand. Li dijî şerê înkar û tinekirinê ku li civaka Kurd tê ferzkirin, civata milîtanên fedayî yên ku xeyalên azadiyê yên gel dan ser milê xwe, ne tenê berpirsyariyên xwe yên exlaqî û wijdanî pêk anîn, di heman demê de bi biryardarî, bawerî û îradeyeke mezin têdikoşin. Hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar ku têgihiştin ji bo azadiyê pêwîstî bi ked û fedakariyeke mezin heye, di vê oxirê de têkoşiyan û di 20’ê Tîrmeha 2018’an de li qada Elemûn a navçeya Qilabanê ya Şirnexê ji ber êrişa artêşa TC a faşîst şehîd bûn. Agahiyên der barê hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Andok PaloNav paşnav: Mahsûn KayaCihê jidayikbûnê: XarpêtDayik-Bav: Aysel-RamazanDem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban
Nasnav: Bawer ÇewlikNav paşnav: Îlyas ArslanCihê jidayikbûnê: ÇewlikDayik-Bav: Kûdret-FaîkDem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban
Nasnav: Cûdî DestanNav paşnav. Yucel OzdemîrCihê jidayikbûnê: ErzîromDayik-Bav: Caîze-CemîlDem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban
Nasnav: Mervan DarahênêNav paşnav: Ramazan TaşdemîrCihê jidayikbûnê: ÇewlikDayik-Bav: Kadriye-MemdûhDem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban
Nasnav: Sofî ÊlihNav paşnav: Mehmet YuknuCihê jidayikbûnê: ÊlihDayik-Bav: Hamdiye-OrhanDem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban
Nasnav: Yaşar TendurekNav paşnav: Ozdemîr OzogûlCihê jidayikbûnê: WanDayik-Bav: Herdemcan-NîzamettînDem û cihê şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2018’an / Qilaban

Hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar ji bo azadiya gelê Kurdistanê ketin ser rêya azadiyê û bi baweriyeke mezin têkoşiyan. Bi ruhekî fedayî di têkoşîna azadiyê ya Kurd de li dijî dijmin şer kirin. Her şeş hevalên me ku bi sekna xwe ya fedakar û samîmî ya li nava refên gerîla bûn xwedî cihekî girîng di nava hevrêyên xwe de, hewl dan wezîfeya xwe bi rengê herî baş pêk bînin. Bi şiyara Kurdistana Azad û Rêberê Azad tevlî têkoşînê bûn û xwe bi pêş ve birin û di pêngavên şoreşgerî yên mezin de kedeke mezin û girîng raber kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok, Bawer, Cûdî, Mervan, Nûman û Yaşar em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re hêvî dikin û soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên jiyana azad ên şehîdan têkoşîna xwe bi rengekî bêeman bimeşînin.”