Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriye, Geîr Pedersen li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye daxuyaniyek da.

Geîr Pedersen bi bîrxist ku Dewleta Tirk, li dijî Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye êrîşên hewayî dane dest pê kirin. Agahiyên bi fikar ji me re tên. Dewleta Tirk êrîşî binesaziyên sifîl dike û dibe sedema mirina mirovên sivîl.

Nunerê neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen diyar kir ku dewleta Tirk, ji nû ve û bê perwa êrîş dane dest pê kirin. Ev êriş li dijî biryarên NY yên derbarê Sûriye yên bi hejmara 22-54’an e. Ev biryar 2015’an, ji aliyê Konseya Ewropa ve hatine girtin. Êrîşên dewleta Tirk, di heman demê de li pêşiya têkoşîna li dijî komên çete astengî ye.

Geir Pedersen ji Tirkiyê xwest demildest dawî li êrîşên xwe bîne.