Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 25’an a komploya navnetweyî ya 9’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û wiha domand.

Weke gel û tevger 25 sal in em li dijî êrîşa komployê têkoşîneke dîrokî ya hebûn û azadiyê dimeşînin. Têkoşîna me ya azadiyê, yek ji berxwedanên herî girîng û bi wate yên dîrokê ye.

Em şehîdên xwe yên leheng bibîrtînin. Emê di sala 26’an de bi pîvanên fedakarî û wêrekiya hevrê Sara û Rûken, Rojhat û Erdal nîşan dan têkoşîna xwe ya têkbirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bi xurtî bimeşînin û bi serbixînin.

Komplogeran xwestin di dawiya sedsala 20’an de li ser bingeha îmhakirina Rêber Apo, bi tasfiyekirina PKK’ê re, qirkirina Kurdan temam bikin û sedsala 21’ê, ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst server bikin. Lê bi berxwedana dîrokî ya 25 salan komplo hate pûçkirin. Em ê bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo, sedsala 21’ê, ji bo bindestan, bi taybetî jî ji bo jinan bikin sedsala azadî û rizgariyê.

Komîteya rêveber a PKK’ê da zanîn, êrişên li ser Rêber Apo, li dijî hebûn û îradeya Kurdên azad e, bi armanca temamkirina qirkirina Kurdan e û wiha domand.

Bi pêşengiya Rêber Apo gel û tevger, hêzên demokratîk, şoreşger û têkoşîna me ya mezin planên komplogeran bin ketin. Bi pêşengiya Rêber Apo, pêşketinên mezin hatin bi desxistin. Li çar hêlên Kurdistanê civak û kesayetên bi rûmet û xwedî îradeya azad afirandin. Berxwedana Gerîla û Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî asta pêşengiya têkoşîna azadiya Kurd pêşket.

PKK’ê da zanîn li ser tecrîda li îmraliyê û êrişên qirkirinê ya li dijî herêmên parastina Medya PKK’ê wiha got:

Rêveberiya Erdogan û Tifaqa Cûmhûr, bi gotina ‘Her tişt ji bo welêt’ li ser dewamkirina êrîşên pratîkî, siyaset û mejiyê dijminatiya li Kurdan israr dike. Li Îmraliyê tecrîda mutleq heye, ji jiyana Rêber Apo 31 meh in bi ti awayî agahî nayê girtin.

Li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer êrîş têne kirin. Li girtîgehan êşkence di asta herî bilind de ye û her roj cenaze ji girtîgehan têne derxistin. Li ser civakê zexta faşîst, teror û mêtîngerî di asta herî bilind de ye. Dema ku têkildarî kiryarên qirkirinê yên li Kurdistanê îtirazeke biçûk li Tirkiyê dibe yekser lînç tê kirin.

Li dijî êrîşên qirkirin û faşîzmê, berxwedana Îmraliyê mîna her demê rêya rast û helwesta rast nîşanî her kesî dide. Li Zap, Avaşîn û Metîna û li her qadê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi lehengî têkoşînê dikin. Mîna ku di çalakiya Enqerê ya 1’ê Cotmehê de hate dîtin, şerê şoreşgerî digihêje metropolên Tirkiyê.

Li çar hêlên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên şoreşger û demokrat li ser piyan e. li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li her qadê, bi kampanyayên mezin çalakiyan bilind dikin.

Di vê salê de armanca bingehîn ya tevgera me, gelê me û dostên me hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev jî tê wateya çareseriya doza gelê Kurd. Dê têkoşîna sala 26’an li her qadê bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya doza Kurd bê meşandin û teqez serketin bê bidestxistin.