Beriya niha bi çar salan bala her kesî li ser Kobanê bû. Hinek jî di nava xewn û xeyalan de bû. Ji bo Kobanê bikeve hemû derfetên xwe seferber kiribû. Çeteyên xwe xistibû nava liv û tevgerê û li benda ketina vî bajarî bû. Bêyî ku li ber xwe bikeve li pêşberî kamerayan ji kêfa dikeniya û pê gelekî piştrast bû ku wê bikeve. Ev kes Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bû.

ERDOGAN JI KETINA KOBANÊ GELEKÎ PIŞTRAST BÛ

Çeteyên DAÎŞ’ê û Erdogan di nava xeyalên xelîfetiyê de bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ku Hezîrana 2014’an ji Mûsilê derket û ji bo qirkirinê êrîş birin ser Şengalê, jê hebû ku nema ti hêz kare li ber bisekine. Ev hovîtî bi dilê Erdogan bû. Alîgirên wî jî jê re li çepikan dixistin. Mîna ku leşkerên wî dest bi seferê kirine, xwepêşandanên kêf û xweşiyê li dar dixist.

Û wê rojê dest pê kir. Rejîma Tirk êdî ji encamê piştrast bû. Erdogan destpêkê rabû PYD roja 5’ê Cotmehê weke “terorîst” îlan kir. Piştî du rojan jî di 7’ê Cotmehê de got, “Vaye Kobanê dikeve, li ber ketinê ye” û bi vî rengî alîgirên xwe sor û geş kir. Bi rengekî vekirî nîşan dida ku ew kêfxweş e, ji ber ku bajarek tevî şêniyên tê de teslîmî hovîtiyê kiriye. Sînor jî girtibû û nedihişt kes bi hawara wî bajarî ve biçe. Çeteyên DAÎŞ’ê jî bi alîkariya yekîneyên Tirk di sînor re dihatin derbaskirin. Hefteyek beriya serhildana 6-8’ê Cotmehê di dema weşana zindî ya qenaleke televîzyonê de hate dîtin ku komeke çeteyên DAÎŞ’ê di sînor re derbas dibe û diçe girê Zorawa yê Kobanê. Ev yek li pêş çavên leşkerên Tirk diqewimî. Piştre jî wê li ser hevkariya Dewleta Tirk û DAÎŞ’ê gelek belge, şahid, dîmen û mikurhatin derketibûna holê.

SEBIR FÛRIYA, BAJAR VEGUHERÎN GOGA JI ÊGIR

Wê wextê ku Erdogan li benda ketina Kobanê bû, çeteyên DAÎŞ’ê cara yekê xwe gihandibûn nava taxên li derveyî Kobanê.

Daxuyaniya Erdogan ku got, “Vaye Kobanê dikeve” ji bo Kurdan bû peyva dawî ku sebir fûrand. Kurd û dostên wan li her devera lê ne daketin qadan û dest bi tevgereke gel kirin ku beriya niha rewşeke bi vî rengî nehatibû dîtin. Li her derê çalakî hebûn. Hêzên dewletê û komên wê yên nîjadperest-paramîlîter li her derê êrîş dikirin. Lê nikaribûn pêşî li vê serhildana gel bigirin.

Di nav sê rojan de li nêzî 40 bajarî gel rabû ser piyan. Hemû avahiyên fermî yên rejîmê di hedefa gel de bûn. Hedefa rejîmê jî gelê sivîl bû. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan ji 7 heta 12’ê Cotmehê 46 kesan jiyana xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn, 323 kes jî hatin girtin. Li gorî daneyên fermî yên dewletê, di dema vê raperînê de xisar li 1.113 avahiyan bû. 25 ji van avahiyên qeymeqamtiyê, 67 jê avahiyên midûriyeta emniyetê bûn. Bajar veguherîbûn goga ji êgir.

ÇARENÛSA KOBANÊ GUHERAND

Raperînê tirseke mezin berda dilê rejîma Tirk. Ji bo berxwedana li Kobanê jî bû mîladek. Rejîma AKP’ê nedihişt ji bo Kobanê korîdorek were vekirin û hemû alîkariya ji sînor bihata kirin asteg dikir. Piştî raperîna 6-8’ê Cotmehê, berxwedan xurtir bû. Kobanê nediket. Di ser berxwedana Kobanê re destpêkê saet, piştre roj û hefte derbas dibûn. Yên ku li benda ketina wê bûn, daxwaza wan di ber wan de dima. Her ku berxwedan dijwar dibû, li qada navneteweyî jî bandoreke global dikir. Kurd û dostên wan li gelemperiya cîhanê li qadan bûn. Roja 19’ê Cotmehê yekemcar hêzên koalîsyonê neçar ma ji hewayê bi 27 konteyniran çek, cebilxane û alavên tibî bişîne ji Kobnê re.

Berxwedana Kobanê rê li ber raperîna 6-8’ê Cotmehê vekir, vê raperînê jî çarenûsa Kobanê guherand. Serketina berxwedana Kobanê bandor li qada navneteweyî kir. Çarenûsa herêmê guherî. Çeteyên DAÎŞ’ê yekemcar li Kobanê têk çû û qels bû.

PIŞTÎ TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK…

Hesab ji hev ketin. Dewleta Tirk piştî ku bi DAÎŞ’ê re têk çû, planên xwe yên ji bo dagirkerî û komkujiyên nû dewam kir.

Destpêkê hevdîtinên li Îmraliyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re birî. Ji Nîsana 2015’an û pê ve têkiliya Ocalan a bi derve re bi temamî birî. Piştre bi navê “Plana têkbirinê” senaryoyeke komkujiyê xiste dewrê. Li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê bi sedan sivîl kuşt, bi bombeyan gelek tax hilweşand. Li jêrzemînên avahiyan mirov bi saxî şewitand. Dewleta Tirk ev hovîtî ji xwe re kiribû hinceta man û nemanê. Şaredariyên DBP’yî hatin desteserkirin. Polîtîkayên rejîmê rê li ber hewldaneke darbeyê ya bi guman vekir. Erdogan ku ji bo darbeyê got, “Xêra Xwedê”, ji bo faşîzmê mayînde bike bi hemû hêza xwe seferber bû. Di serî de Kurd hemû hêzên mûxalîf kir hedef. Bi rengekî giran dest bi zext û zordariyê kir. Hebûna rejîmê bi zext, şer, şîdet û terorê ve hate girêdan.

DAGIRKERÎ

20’ê Çileya 2018’an vê carê dest bi êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê kir. 18’ê Adarê navenda bajêr dagir kir. Li hemû herêmên dagirkirî bi rêk û pêk sûcên giran ên şer kir, mafên mirovan bin pê kir û demografiya herêmê guherand. Şêniyên herêmê qewirand û çete li şûna wan bi cih kir. Li herêmên dagirkirî her roj agahiyên li ser kuştina mirovan, êşkence, talan, destdirêjî û destavêtinê tên.

Tevî vê yekê jî ruhê raperîna beriya bi çar salan hîn jî bi bandor e. Rejîma ku bi zext û zordariyê kontrol xistiye destê xwe, hîn jî bi tirs û fikar e. Ji bo hêzên berxwedêr ên civakî ji holê rake bi hemû hêza xwe êrîş dike. Halbûkî raperîna 6-8’ê Cotmehê ji ber van polîtîkayan rû dabû. Ya ku sebra civakê fûrand, dîmenek bû, gotinek bû.