Ji fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgirî diyar kir, ku şerê zêdeyî 2 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, pêvajoya fînalê ya Şerê Cîhanê yê 3’emîn e ku navenda wê Kurdistan e.

Ji fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgirî bersiv da pirsên Medya Haber TV’ê û diyar kir ku ji 23’ê Nîsanê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedaneke mezin tê meşandin. Koçgirî anî ziman ku operasyona tê kirin nabe ji rêzê bê dîtin û got, “Ya rast, pêvajoya fînalê ya Şerê Cîhanê yê 3’emîn niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime. Navenda vî şerî Kurdistan e û bi komploya li dijî Rêbertî hatiye destpêkirin.”

TÊKÇÛNA BI KÎMYASALÊ NÎŞAN DAN

Pelşîn Koçgirî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li pêşberî berxwedana gerîla xitimî ye, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne û got, “Ne carekê. Êrişên kîmyewî yên di tekmîlên fermî de tên ragihandin, dibe ku nîvê van êrişan be. Bi gelek rê û rêbazên cuda jî bi kar anîn. Mirovekî ku ji zimanê şer fêhm bike, wê têbigihêje ku dewleat Tirk gihîştiye ber têkçûnê. Li cihekî ku bi sedan kesî dorpêç kiriye, nekarî îradeya 7 kesan bişikîne û dawiyê bi rêbazên namerdane hewl da encamê werbigire ku ev yek bêçaretiya wan nîşan dide. Bi bikaranîna wê gazê têkçûna xwe nîşan dan. Heta kêliya dawî têkilî bi hevalan re hebû û herî dawî gotin ’em dikevin bin bandora gazê’ û têkiliya me bi hevalan re qut bû. Heval heta kêliya dawî bi coş bûn, xwedî hêza şer bûn.”

Koçgîrî anî ziman ku ev berxwedan ne tenê li Mamreşo ye, her wiha li Girê Şehîd Serdar, Aris Faris, Cîlo yê Biçûk û li her qadê dewam dike.

Pelşîn Koçgîrî ragihand ku artêşa Tirk bi sedan leşkerî hewl dide li cihekî bi cih bibe, piştî ku wê qadê dorpêç dike hewl dide şerê îradeyê bimeşîne û destnîşan kir ku îradeya gerîla bi hêsanî naşikê. Koçgîrî destnîşan kir ku li gel berxwedana van du mehên dawî, wan kêmasî û şaşitiyên xwe jî nirxandine û li ser rêbazeke xurtir a lêdanê kûr bûne û got, “Di her astê de em ê xwe nû bikin û bersiva êrişan bidin. Lewma haya gerîla ji berpirsyariyên xwe heye û wê teqez bi cih bîne.”

DIVÊ BI RENGEKÎ TOPYEKÛN RABIN SER PIYAN

Pelşîn Koçgîrî diyar kir ku ew di pêvajoya pêngaveke stratejîk de ne ku gel û gerîla bi mejiyê fînalê şer dike û wê bi ser bikeve. Koçgîrî got, “Hin pêvajo çêbûn ku gel bi têrkerî giraniya xwe dananî û gerîla performanseke têrker nîşan neda. Carna aliyên cuda yên berxwedanê derdikevin pêş. Îro ew roj e ku bi rengekî topyekûn rabin ser piyan. Roj ew roj e ku vî şerî li her cihî belav bike. Bila kes nebêje ku ji destê min tiştek nayê. Divê em bibin xwedî sekneke topyekûn.”

Koçgîrî diyar kir ku di vê mijarê de roleke mezin dikeve ser milê jinan û got, “Bi navê gerîlayên jin, asta me ya artêşbûnê, di vê pêvajoya êrişên dagirkeriyê de eşkere bû. Hem ji aliyê pêşengiya ji şer ve hem jî di destnîşankirna pergal û dîsîplînê de hem jî ji aliyê asta berxwedan û çalakiyan ve hêzeke bêhempa afirî.”

ŞERÊ FÎNALÊ YÊ AZADIYA JINÊ

Ji fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgîrî destnîşan kir ku ev şer di heman demê de şerê fînalê yê ji bo azadiya jinê ye û wiha dewam kir, “Dîroka jinê û dîroka Kurdistanê bi rastî jî gelekî dişibin hev. Çawa ku dema mijar dibe jin, nêzîkatiyên mêr ên serwer hemû dibe yek, dema ku mijar dibe Kurdistan jî hêzên sîstemê hemû dibin yek. Ev êriş xeleka dawî ya çanda destavêtinê ye. Xaka Kurdistanê bi destavêtinê re rû bi rû ye. Eger destavêtin asta herî bilind a tundiya li ruh, hest û bedena jinê be, destavêtin li xaka Kurdistanê jî tê kirin. Li hemberî vê hewldana destavêtinê sê sekn hene; tu yê bêdeng bimîne, tu yê bibe hevparê destavêtinê ya jî tu yê li ber xwe bide. Bêguman di vê demê de wê her kes sekna xwe diyar bike.”