Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî weke gelên herêmê yên ku bûyîn mexdûrên vê barana zêde, wan jî para xwe ji vê girtin. Ti zararên canî çênebûn lê gelek zirarên madî çêbûn. Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Leyla Arzu Îlhan jî banga alîkariyê li saziyên peywendîdar û xêrxwaz kir.


Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî weke gelên herêmê yên ku bûyîn qurbaniyên vê barana zêde, wan jî para xwe ji vê girt. Ti zararên canî çênebûn lê gelek zirarên madî çêbûn. 

Jiber baran barîna zêde ya ku di van demên dawî de bû sedema xirabûna gelek malên welatiyên wargehê. Welatiyên ku malên wan xirabûyîn bi alikariya hevdû û alikariya Şaredariya Wargehê hewil didin wan xaniyan çêbikin.Lê jiber derfetên kêm nikarin hemû pêwîstiyên xwe bînin cih. Ji ber vê yekê  Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Leyla Arzu Îlhan banga alîkariyê li saziyên peywendîdar û xêrxwaz kir.

Hevseroka Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Leyla Arzu Îlhan diyar kir ku nêzî 20 sale wek penaber li herêmê jiyan dikin û cara yekeme bi baranek ev qas dijwar re rû bi rû mane û wiha got: “ Ji xwe ji berê de kêm û kurtiyên me yên weke bînasazî, avakirina avahiyan, qenalên avê (kanalizasyon) û gelek pêwîstiyên din hebûn. Bi barîna vê barana zêde ya ku van rojên dawî barî bû serdema hilweşîna xaniyên şêniyên wargehê.”

Arzu Îlhan herî dawî bang li sazî û dezgehên peywendîdar û kesên xêr xwaz kir ku alîkariyê bidin xelkê wargeha Mexmûrê.

Her wiha ji saziya Waxfa Jinên Mexmûr jî Mamoste Xurbet Îşlek ku saziya wan jî ji ber baran barîna zêde hilweşiyaye wiha got: “ Saziya Wexfa Jinên Mexmûr ciheke ku hem jin lê tê pewerdekirin û di heman demê de jî dibistana dayîkê ye û zarok lê tên perwerdekirin. Jiber vê barana zêde ya ku li herêmê barî, me jî wek wargeh para xwe jê girt. Di barîna vê baranê de gelek mal hilweşiyan û saziya me jî yek ji wan malên hilweşiyayî ye. Niha jiber ku çend odeyên me yên dibistanê hilweşiyaye, me xwendevanên dû refan kirine yek odeyê de û wisan wane didin.”

Îşlek herî dawî bi bîr xist ku ew weke saziya jin bi derfetên xwe nikarin avahiyên xwe çêbikin û bang li tevahî saziyên pewendîdar kir ku destê alîkariyê dirêji wan bikin.