Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trump  biryara ku têde dihat xwestin ku Supayê Pasdaran a Îranê were xistina lîsta terorê îmze kir.


Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara ku têde dihat xwestin ku Supayê Pasdaran a Îranê were xistina lîsta terorê îmze kir. Li gorî vê biryarê wê ji niha û şûnde hemû peywendiyekî bi Sopayê Pasdaran re wekî alîkariya bi terorê re were pênase kirin.

Doanld Trump bi rêya daxuyaniyekî ku ji Koşka Spî hate belavkirin, siyaseta nû ya Amerîkayê li hember Îranê û Supaya Pasdaran aşkere kir.

Trump di vê daxuyaniyê de got: “Îro, ez bi fermî plana hikûmeta xwe ji bo diyarkirina Supaya Padsarên Şoreşa Îslamiya Îranê (IRGC), herwiha Hêza Quds, weke rêxistineke terorîstî ya biyanî, li gor maddeya 219 a Yasaya Koç û Regeznameyê radigihînim.”