Gerîlayên HPG û YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker mirin û 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Pêngava Cenga Heftanînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome di 18’ê Gulanê de saet di 08.00’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Konferansa Mezin çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

Di 12’ê Gulanê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûne. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre were ragihandin.”