Serokê Fermandariya Giştî Orgeneral Mark Milley û Serokê Fermandariya Navendî ya DYE’yê (Centcom) Orgeneral Kenetth McKenzie yekemcar bi rengekî eşkere qebûl kirin ku pêşniyar li Serokê DYE’yê Joe Biden kirine ku ji bo pêşî li hilweşîna rejîma Kabûlê bigirin 2.500 leşkerên xwe li Efganistanê bihêlin. Herdu rayedaran li ser bidawîbûna kaotîk li Senatoyê daxuyanî dan.

Tê gotin ku ev pêşniyar ji aliyê Serokê DYE’yê Biden ve nehatiye qebûlkirin. Biden 19’ê Tebaxê ji ABC re axivî û got, “Bi qasî ku zanim kesî ev yek ji min re negot.”

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Lloyd Austin got, “Têkçûna artêşa Efgan ku me bi hevalbendên xwe re ava kir -gelek caran fîşek jî neteqand- em matmayî hişt.”

Rêveberiya Donald Trump 29’ê Sibata 2020’î li Dohayê di berdêla garantiyên ewlekariyê de bi Talîbanê re li hev kiribû. Di çarçoveya vê peymanê de DYE’yê leşkerên xwe yên li Efganistanê hemû vekişand.

General Mark Milley got, “Ev yek neserketineke stratejîk e (…) Dijmin li Kabûlê desthilatdar e. Rêyeke din a pênasekirina vê yekê nîne.”

Milley her wiha hişyarî da ku El Qaîde yan jî DAÎŞ dibe ku li Efganistanê ji nû ve ava bibin û ev rîsk “dibetiyeke rasteqîn e.”

Pentagonê ragihand ku wê bi balafirên bêmirov êrişên li ser El Qaîde û DAÎŞ’ê dewam bike.