Pêşmergeyên Dêrîn diyarkirin ku rewşa li Kurdistan û herêmê heyî metirsîdare, ji bo vê pêwîstiya Kurdan bi yekitiyê heye. Pêşmergeyan bang li desthilata Kurdî kirin daku li hemberî dijmin xwedî helwestbin.


Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên dijmin û hevkarên wan li ser gelê Kurd berdewam dikin. Pêşmergeyên Dêrîn yên Başûrê Kurdistanê li ser giringiya yekitiya gelê Kurd ji RojNews re axivîn.

Pêşmergeyê Dêrîn û serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn yên Kurdistanê Heme Reşîd Qeredaxî got ku ew nikarin bêjin bi temamî metirsiyên li ser Krudistanê temam bûne û wiha pêde çû; “Ji ber ku derdora me ne dostê mene. Tirkiye, İran û Suriye ne dostê Kurdane. Dibe ku hinek caran peywendiyê çêbikin, lê heya dawiyê çênakin û çênebûye jî. Niha Kurd li Îranê tên çewistandin û mafê wan tê binpêkirin. Bi heman awayî Kurd ne xwedî hebûnekê ne û li hemberî wan gelek binpêkirin tên kirin.”

Reşîd da zanîn ku ji ber vê yekê, pêwîstiya Kurdan bi yekitiyê heye, ger Kurd hev negrin wê rewş xirabtir bibe.

Pêşmergeyê din yê dêrîn yê bi navê Hoşeng Babe Elî jî li ser heman mijarê axivî û got; “Bi rastî jî rewşa li herêma Kurdistan û herêmê tê dîtin, metirsîdare. Ji ber ku li herêmê weke pêwîst em li hemberî vê rewşa ku ji aliyê Îran, Tirkiye, Suriye û hinek welatên din ve ku çavê wan li Kurdistanê ye derneketîne. Ger aliyên siyasî weke pêwîst hemberî vê siyaseta dijber derbikevin, wê nekarin dest bavêjin xaka Kurdistanê. Bi taybet dewleta Tirk gelek kîlometre ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û hertim komkujiyan pêktîne.”

Herî dawî pêşmergeyê dêrîn yê bi navê Kawe Abdullah jî li ser heman mijarê axivî û got; “Niha liv û tevgerek heye, ew jî pêşbaziya dewletên weke Îran û Amerîkayê ye. Herwiha welatên weke Erebîstana Siudî û Tirkiye jî dixwazin pirsigirêkê ji bo Kurdistanê çêbikin. Ji bo vê ez bang li desthilat û rêveberên Kurdan dikim daku yekitiya xwe ava bikin û xwedî helwest bin. Em dixwazin welatê me bi pêşve here.”