Meha Çileyê bi banga Donald Trûmp komek ji alîgirên wî hatibûn paytext Washîngtonê, êriş biribûn ser avahiya Kongreyê Capîtolê û di bûyeran de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Trûmp ji van bûyeran berpirsyar hatibû nîşandan û ji bo ji wezîfeyê bê girtin jî pêvajoya lêpirsînê dest pê kiribû.

Lêpirsîn beriya 20’ê Çileyê roja bidawîbûna wezîfeya Trûmp ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hate qebûlkirin û doh jî kete rojeva Senatoyê.

Parêzerê Trûmp Davîd Schoen di rûniştinê de ya li Senatoyê îdîa kir ku doz zerarê dide welêt. Schoen îdîa kir ku dûrxistina ji wezîfeyê ya Trûmp wê birînên nû û kûrtir vekin. Schoen bi bîr xist ku Trûmp dengê 74 milyon kesî wergirtiye û îdîa kir ku pêvajoya dûrxistina ji wezîfeyê ji aliyê siyasetmedarên ku dixwazin wî bêbandor bike, hatiye destpêkirin.