Di çarçevoya pêngava ”Ji Rêber Rêber Apo re azadî” de girtiyên siyasî ji 27’ê Mijdara 2023’yan heta 4’ê nisanê di greva briçîbûnê ya dorveger de berxwedan.

Li 4’ê nisanê bi daxuyaniyek çalakiya xwe veguherandin konaxeke nû.

Girtiyên siyasî wê di vî konaxe de dernekin hevdîtinan bi malbatê xwe re bi telefonê neaxivin û dadgehe boykot bikin.

Girtiyê bi navê Bakir Ozturk li Zindana Tîpa F ya Tekîrdagê tê ragirtin.

Berî boykatê bi malbata xwe re axivî û Banga li hemû gelan û ciwanên welatparêz kir.

“Ez û hevalên xwe heta ku tecrîda li ser serokatî ranebe ne bi telefonê diaxivin ne jî bi malbatê re hevdîtinê dikin.

Li derve peywîrek dikeve ser milê we, dengê me ji herkesê re ragihînin.

Di medyaya dîjîtal de, li CÎMER’ê û Wezareta Dadê dengê me ji her derê re ragihînin.

Banga me li hemû gelan û ciwanên welatparêz e. Divê piştgiriyê bidin Serokatiya me û bikin ku demildest tecrîd were rakirin.

Em weke gelê kurd bi salan e bindest in.

Lê me qet li dijî vê rewşê serî netewand û em ê netewînin. ”

Birayê Ozturk, Îbrahîm Ozturk jî destnîşan kir ku şertên girtîgehê gelekî zor in. Dema em weke malbat çû serdana dawî jî em rastî lêgerînên der mirovî hatin.”

Îbrahîm Ozturk herî dawî herkesên xwedî wijdan divê li dijî vê rewşê bêdeng nebin û banga hestiyariyê kir.