Dema îtîrazên asayî yên ji bo YSK’ê yên derbarê hilbijartinên herêmî de bi dawî bû. Pêvajoya îtîraza awarte jî wê heta 14’ê Nîsanê dewam bike.

Li gorî encamên ne diyar yên hilbijartinên herêmî; CHP 35, AKP 24, DEM Partî 10, MHP 8, Yenîden Refah 2, Buyuk Bîrlîk (BBP) 1, İYİ Partî 1 bajar bi dest xistin.

Ji bo hilbijartinên bajar, navçe û bajarokan heta niha 81 îtîraz ji hêla YKS’ê ve bi encam bûn.

Ji 18 îtîrazên AKP’ê 17 jê hatin redkirin û 1 jî hat qebûlkirin.

Pêvajoya îtîrazê ya awarte ku di 7’ê Nîsanê de dest pê kiribû, wê heta 14’ê Nîsanê roja Yekşemê bidome.

Tê payîn ku piştî YSK’ê îtîrazan ​​binirxîne wê encamên dawî yên hilbijartinê bên eşkerekirin.