Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku rojnamevanê Kurd Mistefa Hemdî li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye binçavkirin.

Her wiha hate ragîhandin ku nayê zanîn Mistefa Hemdî, birine kuderê û çarenûsawî ne diyare.

Rojnamevanê Kurd Mistefa Hemdî di heman demê de damezrînerê kanala bi navê ‘Porîsman’ a li ser Telegramê weşanê dike.