Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag got, eger pêwîstî pê hebe wê li ber goristanan nobedê bigirin.

Nerazîbûnên li êrişên dewleta Tirk ên li dijî goristanên gerîlayên HPG’ê dewam dikin.

Êrişên li dijî goristan û cenazeyên Kurdan weke rêbazeke berê ya şerê taybet a dewleta Tirk tê zanîn. Teşhîrkirin û êşkencekirina li cenazeyên gerîlayên HPG’ê, her wiha şikandina kêlên gorên wan dema dawî zêde bû. Di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenazeyên gerîlayên HPG’ê bi makîneyên kar ji Goristana Garzanê derxistin û biri Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. 262 cenaze 2 salan li saziya tipa edlî hatin hiştin û 10 ji wan di 13’ê Kanûna 2019’an de radestî malbatên wan hatin kirin. 252 cenaze jî hîn li saziya tipa edlî ne.

Di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Şirnexê êşkenceya li cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk hate kirin û li navçeya Gimgim a Mûşê hovîtiya ku li cenazeya gerîlaya HPG’ê Ekîn Wan hate kirin ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Êrişên li dijî goristanan bi dawî nabin. Di meha Remezanê de jî dewam dike. Hefteya derbasbûyî li navçeya Farqîn a Amedê, li navçeya Erdîş a Wanê û li gundên ser bi navenda Mûşê êriş li goristanan hatin kirin. Ji qereqolan her wiha li hin malbatan û keyayên gund geriyan û ji wan xwestin ku kêliyên gorên zarokên xwe bişikînin. Her wiha xwestin wêneyê şikandina kêlên goran ji leşkerên li qereqolê re bên şandin.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag, Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê parêzer Abdullah Zeytûn û endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Muhîttîn Mûgûç têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn.

MEBYA-DER: KONSEPTA ŞERÊ TAYBET

Karadag diyar kir, dewleta Tirk bi van êrişan nîşan da ku li dijî gelê Kurd û mirovahiyê xwedî nêrîn û helwesteke çawa ye û destnîşan kir, konsepteke şerê taybet di dewrê de ye. Karadag got, “Bi rêya van êrişan dibêjin, ‘Em li we qedexe dikin ku hûn xwedî li miriyên xwe jî derkevin’. Daxwaza mafên demokratîk li aliyekî, dixwazin daxwaza mirovan a nirxên mirovî jî asteng bikin û bi vê zextê civakê bêdeng bikin. Tengaviya xwe ya aborî û siyasî dixwazin bi şerê qirêj ê li dijî Kurdan dagirin. Refleksa civakê dipîvin. Xwedî wê nêrînê ne ku dibêjên, ‘eger nerazîbûn tune be, em ê vê yekê di asteke bilindtir de bikin’.”

PIRSGIRÊKA MIROVAHIYÊ YE

Karadag diyar kir ku veşartina cenazeyan û hurmeta li goristanê ji mafekî hiqûqî wêdetir nirxekî civakî ye û got, “Ev yek bi maf nayê vegotin. Ev ne pirsgirêka malbatekê yan jî saziyekê ye. Ev pirsgirêk a mirovahiyê ye. Pirsgirêka wijdan û exlaqê ye. Bi van kiryarên xwe, dewlet xwe li aliyê dijberê nirxên mirovahiyê nîşan dide. ‘Plana Têkbirinê’ li ser gelê Kurd dimeşîne. Divê ev êriş ji êrişên li dijî Mexmûr û Zînî Wertê cuda neyên nirxandin. Ev êriş hemû di heman demê de vê yekê nîşan dide. Konsepteke giştî ya êrişê heye.”

‘EGER PÊWÎST BIKE EM Ê NOBEDÊ BIGIRIN’

Karadag destnîşan kir ku wê li dijî her êrişên li hemberî nirxan bin û got, “Em vê yekê bi her rê û rêbazê teşhîr dikin û em ê vê yekê bikin. Beriya bi demekê bi pêşengiya saziyên medya dîjîtal me karekî bi navê ‘GoristanNirxêMin e, Dest nedê’ karek hate kirin. Em hewl didin bala raya giştî bibin ser mijarê. Ji ber vîrûsa koronayê em nikarin zêde bikevin nava liv û tevgerê. Lê belê eger pêwîstî pê hebe em ê li ber goristanan nobedê bigirin. Em bi malbatan re di nava diyalogê de ne. Hûn jî zanin gor di heman demê de hesasiyeteke olî ye. Ji ber vê yekê em bi nûnerên saziyên olî re jî nîqaşê dikin ku dikarin çi bikin.

‘LI HEMBERÎ ÊRIŞAN EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’

Çi dibe bila bibe li hemberî van êrişan em ê bêdeng nemînin. Em ê nehêlin ku desthilatdarî polîtîkayên xwe yên qirêj li ser goristanên zarokên me bimeşîne. Divê sazî, hunermend, akademîsyen, rewşenbîr, rûspî û partiyên din ên siyasî jî nerazîbûnê nîşanî vê yekê bidin. Em ê piştigriya malbatan bikin û mijarê ji aliyê hiqûqî ve jî bişopînin.”

‘NEBAŞIYA LI PIŞT VÊ NÊZÎKATIYÊ NAYÊ FÊHMKIRIN’

Serokê ÎHD’ê yê Amedê parêzer Abdullah Zeytûn jî diyar kir ku êrişa li ser goristanan, şikandina kêlên li ber goran bi ti pîvaneke hiqûqî, civakî, bawerî û nirxan nayê vegotin û destnîşan kir ku nepêkane nebaşiya li pişt vê nêrîn û nêzîkatiyê bê fêhmkirin. Parêzer Zeytûn got, “Yê ku jiyana xwe ji dest dabe kî dibe bila bibe ji aliyê hiqûqî ve nepêkane ku rayedarên saziyên edlî û îdarî dest li cenaze werbidin, di rewşeke wiha de jî divê lêpirsîn li dijî wan dest pê bike.” Zeytûn destnîşan kir ku êrişeke bi vî rengî her wiha li gorî peymanên navneteweyî dikeve çarçoveya qedexeya kiryarên nebaş.”

HUKMÊ PEYMANA CENEVREYÊ

Zeytûn peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî bi bîr xist û got, “Peymana Cenevreyê sparteya bingehîn a hiqûqa mirovahiyê ye. Di xala 3’emîn a hevpar a peymanê de qala ‘mafê parastina nirxên madî manewî yên dema şer û piştî şer’ tê kirin.” Zeytûn bal kişand ser biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê ku ya Akpinar/Tirkiyeyê ku tê de hate destnîşankirin, êşa manewî ya li ser mirovên kesê jiyana xwe ji dest da binpêkirina qedexeya li ser kiryarên li dijî mirovahiyê ye.

Parêzer Zeytûn destnîşan kir ku ji ber nêzîkatiya li dijî peymanên navneteweyî dibe ku pêkanîn li ser dewleta Tirk bê ferzkirin.

OHD: EM AMADE NE PIŞTGIRIYA HIQÛQÎ BIDIN

Parêzerê OHD’ê Mûhîttîn Mûgûç jî bal kişand ser pêvajoya hiqûqî û got, “Pêvajoya hiqûqî bi rengê gilîkirinê dikare bê kirin. Eger malbat serlêdanê bikin wê bi her rengî piştgiriyê bidin wan. Eger ji mekanîzmayên hiqûqa navxweyî encameke erênî neyê bidestxistin, wê serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê dayin. Zû yan jî dereng wê encam jê bê wergirtin.”