Navenda Ragihandin û çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Şehîd Mîraz Serhed eşkere kir û ew bi bîr anî.

HPG’ê agahiyên nasnameyî yên şehîd wiha parve kirin:

Celal Kaya, bi nasnav Mîraz Serhed, li Agirî ji dayik bûye. Dê û bav Kûdret Salih
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

HPG’ê li ser kesayeta Mîraz Serhed ji agahî dan wiha dom kir:

Hevrêyê me Mîraz weke endamekî eşîra Heyderan ku bi wêrekiya xwe ya destanî bûye mijara stranên dengbêjan û bi welatparêziya xwe tê naskirin, li herêma Serhedê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê.

Dema ku kurê meta wî hevrê Dilager (Mecît Çelîk) sala 1989’an tevlî nava refên gerîla dibe, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike.

Hevrê Dilager sala 1994’an li Tendurekê şehîd dibe, şehadeta wî hevrêyê me Mîraz hîn zêdetir bi têkoşînê ve girê dide.

Dema ku sala 1999’an êrîşa komploya navneteweyî li dijî Rêber Apo tê kirin û di heman salê de hevrêyê me Hozan Serhed şehîd dibe, hevrê Mîraz gelek bibandor dibe û dikeve nav lêgerînê.

Hevrê Mîraz, Sala 2011’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî perwerdeya xwe qedand derbasî metropolan bû û bi qasî 3 salan di nava sîstema dewleta Tirk a faşîst de kar kir.

Bi tarzê xwe, kêrhatin, zekaya taktîk, kêrhatina xwe ya kamûflajê û bi baş analîz kirina dijmin hemû tedbîrên dijmin pûç kir.

Hevrêyê me bi cîhana xwe ya hestbarkirî, bi dilê xwe yê mezin û pênûsa xwe ya xurt helbest nivîsandin.

Sala 2014’an dema ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kir, hevrêyê me Mîraz derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Bi rengekî aktîf tevlî pêvajoya berxwedanê ya li vir bû.

Tevlî refên herî pêş ên gelek pêngavên azadkirinê bû û bi wêrekî şer kir. Di êrîşeke xwekujî ya çeteyên DAÎŞ’ê ji piyê xwe yê çepê bi giranî birîndar bû. Lê ji bo ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe tedawî red kir û têkoşîna xwe domand.

Kurê xalê hevrêyê me Mîraz, hevrê Rênas Serhed (Îsrafîl Dûrsûn) sala 2018’an li Amedê û keça xalê wî hevrê Guven Doza (Cansel Dûrsûn) jî sala 2022’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weke yek ji fermandarên fedaî û pêşeng şehîd bûn.

Vê yekê hêrs û kîna hevrêyê me Mîraz a li hemberî dijmin hîn mezintir kir.

Bû mîlîtanê serketî û hevrêyê têrker ê demên zehmet.

Hevrêyê me Mîraz ji dil ji Bîrdoziya Rizgariya Jinê û Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê bawer dikir. Ji bo ku ber bi bîrdoziya Apoyî ve û tevlîbûneke tam pêk bîne, têkoşîna zayendî da. Li hemberî hevrêyên jin bû xwedî sekneke bi pîvan û rêzdar.

Hevrêyê me Mîraz ji bo têkoşîna me ya azadiyê bi salan bêrawestan xebitî, di Cotmeha 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû.”