Tê gotin, PDK wê vê carê jî hewl bide bi destê çeteyên Roj liv û tevgera gerîla asteng bike.

Havînê hêzên PDK’ê ketibûn qada Zînî Wertê ya li herêma Qendîlê. Bi agahiyên ku ji aliyê PDK’ê ve hatin dayin li Zînî Wertê 3 gerîla bi balafirên şer ên Tirk şehîd hatibûn xistin. Di serî de xelkê Başûrê Kurdistanê tevahiya gel û raya giştî ya Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî vê yekê dabûn û li ser vê yekê tansiyona li Zînî Wertê hinekî kêm bûbû.

PDK’ê ji 25’ê Cotmehê û pê ve jî hêzên ‘Leşkerî Gulan’ ku artêşeka taybet a Mesrûr Barzanî ye, bi wesayitên zirxî û çekên giran berê xwe dan Garê, Metîna û qadên cuda yên gerîla. Li gundên Deşta Nehlê ya li herêma Garê, li derdora nehiya Çemankê ev hêza navborî hatibû bicihkirin û li gel hişyariyên HPG’ê jî ketibûn nava qadên gerîla. Hêzên PDK’ê di 4’ê Mijdarê de hîn bêhtir zêdegavî kir û li nehiya Çemankê li nêzî gundê Bêbadê bi rengê operasyonî êriş birin ser kampa gerîla.

Ji ber zêdebûna rageşiyê Fermandariyên Biryargeha Navenda Parastina Gel banga diyalogê kiribûn û hişyarî dabûn. Lê belê PDK’ê bi hewldanên provokasyonê bersiv dabû van bangawaziyan. Vê carê jî li qadên Begova, Brîfka, Batûfa û Banka yên herêma Metînayê bendên kontrolê danîn û hewl dan ku hêzên gerîla li herêma Metînayê dorpêç bikin. Di 21’ê Mijdarê de jî hêzeke ji 300 kesî û 56 wesayitên zirxî sewqî qada navbera Hecî Umran û Çomanê yên herêma Qendîlê kirin.

Bi vî rengî xwestin ku qadên gerîla gav bi gav dorpêç bike, zextê li ser xelkê herêmê bike, bi rêya ambargoyê nehêle ku gel pêwîstiyên xwe yên jiyanî tedarik bike û bi vî rengî neçar bihêlin ku xelk ji qadên gerîla koç bike.

ÊRIŞ GIHÎŞTIN ASTEKE CUDA

PDK’ê piştî van gavên dorpêçkirina qadên gerîla, êriş û hewldanên xwe yên provokatîf gihand asteke cuda û sibeha 13’ê Kanûnê li nêzî gundê Reşankê yê ser bi Zawiteyê wesayitek ku gerîla tê de bûn sekinandin, piştî ku dîtin ên di wesayitê de gerîlayên HPG’ê ne bi rengekî dijwar gule li wesayitê barandin. Heman rojê saet di 20:30’î de li qada navbera gundên Kanê û Sergelê yên Amediyê jî bi wesayitên zirxî dor li wesayiteke gerîla pêçandin, dema ku wesayit ranewestiya û rêya xwe dewamkir gule lê reşandin û 3 gerîla bi giranî birîndar kirin. Xelkê herêmê ragihand ku di vê bûyerê de ti ji pêşmergeyên li gundên herêmê tevlî êrişê nebûne, yên ku êriş kirine hêzên taybet ên ser bi PDK’ê bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar hatiye dayin ku bi rêk û pêk wesayitên wan bên rawestandin, bûyer ji ber helwesta êrişkar qewimiye û yên ev êriş plan kirine û pêk anîne berpirsyarê bûyerê ne.

ROLA ÇETEYÊN ROJ

Piştî ku nasnameya Cahît Abdûrrahman ê ku hate îdîakirin di vê bûyerê de hatiye kuştin eşkere bû, hatibû fêhmkirin ku kesê navborî ji Bakurê Kurdistanê ye, piştî ku demekê di nava refên PKK’ê de şer kir reviya, dest bi karê kontra kir û bû çeteyê Roj. Piştî vê bûyerê eşkere bûbû ku yên dor li qadên gerîla pêçandin û êriş kirin çeteyên Roj bûn.

Dewleta Tirk bi salan e cerdevaniyê bi rêxistin dike, yên ji nava refên PKK’ê reviyane dike kontra, lê dike nake bi vê avaniya xwe ya paramîlîter nikare encamê bi dest bixe. Xuya ye Mesrûr Barzanî jî hewl dide mîna dewleta Tirk bike. Tê dîtin ku hewl dide bi bikaranîna çeteyên Roj û hêza taybet a bi navê Leşkerî Gulan li dijî PKK’ê encamê werbigire. Beriya niha gelek caran di çapemeniyê de hate weşandin ku çeteyên Roj bi destê dewleta Tirk tên amadekirin û perwerdekirin.

PROVOKASYONA NÛ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, PDK dixwaze bi destê çeteyên Roj li ser rêya Dêreşê seytereyê çêbike, bi vî rengî hewl bide liv û tevgera gerîla ya li qadê asteng bike. Xelkê herêmê bi fikar e ku ev hewldana PDK’ê dikare bibe sedema encamên gelekî giran.