Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo sedema astengkirina hevdîtina parêzer û malbatan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re fêr bibe pirsname dabû Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul. Gul 2 meh şûnde bersîv da û pirsname red kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo bersivandinê sedema tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 meh berê pirsname ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re şandibû. Wezîrê Dadê Gul 2 meh şûnde bersîv da Ocalan û bersivandina pirsnameyê red kir.

Omer Ocalan di pirsnameyê de wiha gotibû: “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin; ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de parêzer û ji 11’ê Îlona 2016’an de, bi şiklê ku malbat bi tu awayî nikarin ragihandinê pêk bînin didome. Bi tu awayî tu hevditin pêk neanîne. Destûr nedane ku hevdîtin bikin. Piştî 21’ê Tîrmeha 2016’an jî Hekîmê 1’emîn Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta OHAL heye re li pêş mafê wî yê bingehîn ê hevdîtina malbat û parêzeran girtiye.

Li gorî vê yekê:

* Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de bi parêzeran re û ji 11’ê Îlona 2016’an de bi tu awayî bi malbatê re hevdîtin nekiriye. Sedama vê yekê wekî “muxalefeta hewayê” an jî “koster-keştî xerabe ye” nîşan didin. Ji xeynî vê yekê kijan sedem û zagonan hevdîtin tê astengkirin?
*Ger ku Komara Tirkiye dewletek hiqûqê be, her girtî û hikumxwar xwedî mafê hiqûqî û zagonî ne. Di zagonan de aşkere tê gotin ku girtî xwedî kijan maf in. Wê deme çima Birêz Abdullah Ocalan ne xwedî mafê za gonî ye?

* Her girtî û hikumxwar, xwedî mafê bingehîn ê tenduristiyê ye. Çima Birêz Ocalan ji mafê xwe yê tenduristiyê ku mafê bingehîn ê zagonî ye sûdê nagire. Çima rayedarên erkdar der barê rewşa Birêz Ocalan de agahiyan bi cemaweriyê re parve nake. Rewşa tenduristiya Birêz Ocalan ku bi cemaweriyê re nayê parvekirin çiye? Ger ku hebe îlacên taybet ên bikar tîne heye û çiye?

* Tecrîdkirina girankirî ya Birêz Ocalan di dewleta hiqûqê de cihê wê çiye?