Pisporên ji Misirê piştgiriya xwe bi pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîre nîşan da û ji bo pêkanîna armancên pêngavê bang kirin.

Koordînatorê Giştî yê Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan Îlhamî El Milêcî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî ′pir girîng′ bi nav kir û got:

“Beşdarbûna pêngavê erkeka tevahî bawermendên doza adilane ya rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan.”

Nivîskar Îlhamî El Milêcî yê ji Misirê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di her pênc celdên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de ji şer û aloziyên li herêma Rojhilata Navîn re çareserî pêşkêş kirin û got:

“Pêşkêşkirina van tez û çareseriyan dê bawermendên fikrên Ocalan zêdetir bike, di encamê de dê çarçoveya piştevaniya bi azadî û doza wî ya adilane re firehtir bibe.”

El Milêcî got, ji pêngav û saziyên piştevanên azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê xwestin ku derewên dewleta Tirk ên der barê azadî û demokrasiyê de teşhîr bikin û wiha pê de çû:

“Ji zêdetirî 25 salan ve Rêber Ocalan bêyî tu tawan girtî ye. Tawana li dijî wî ew e ku parastina doz û mafên neteweya Kurd dike. Ocalan ji tevahî mafên ku di qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî de hatine destnîşankirin, bê par e.′′

El Milêcî anî ziman ku teşhîrkirina kiriyarên dewleta Tirk dê bi awayekî mezin zemîna piştevaniya bi Azadiya Rêber Abdullah Ocalan re fireh bike.

Îlhamî El Milêcî destnîşan kir ku di şerê li Xezayê de jî durûtiya hêzên navneteweyî û xiyaneta rêxistinên navneteweyî diyar dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Ocalan di pirtûk û parêznameyên xwe de durûtiya cîhanê teşhîr kir û derewên civata navneteweyî ya ku di bin bandora kapîtalîzmê û hêzên mêtinger de ye keşif kir.”

Dîroknasê Misirî Elî Ebû El Xêr jî got, pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji gelê Kurd wêdetir, gelên Ereb û yên misilman jî eleqedar dike û got:

“Divê stratejiya pêngavê were guhertin. Ji bo kiryarên Tirkiyê yên li dijî Ocalan û vîna gelê Kurd were teşhîrkirin, divê pêngav bighêje rêxistinên navneteweyî, herêmê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafên Mirovan a Cîhanê, rêxistinên Komkara Ereban, Konseya Hevkariya Îslamî, her wiha divê bighêje rêxistinên civaka sivîl û navxweyî yên li tevahî cîhanê.”

Elî Ebû El Xêr ji bo xurtkirina pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan got:

“Em vê ji bîr nekin, divê li tevahî welatan û ji tevahî gelan bi mîlyonan îmze werin komkirin da ku ji bo serbestberdana Ocalan zext li rejîma Recep Tayyîp Erdogan were kirin.

Her wiha divê peywendiyên Kurd-Kurd û peywendiyeke di navbera Rojhilata Navîn û Ewropayê de hebin da ku armancên têne xwestin pêk werin.”