Piştî ku girtiyên di greva birçîbûnê de, çalekiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin, xizmên girtiyan jî Nobeta Edaletê derbasî qonaxeke nû kirin.

Xizmên Girtiyen çûne ber deriyê Wezîrê Dadê û daxwaz kirin bi wezîr re hevdîtinê bikin.

Polîsan li ber deriyê wezaretê destûr neda ku parlamenterên DEM Partî û xizmên girtiyan ji mînîbusê dakevin.

Parlamenterê DEM Partî Sirri Sakik, ji polîsan re got;

Kes nikare ji pişt camên tarî fermanan bide me. Eger hewce bike em ê têkoşînê bikin. Dayik îro li vir çi bixwazin em ê bikin.

Dayikan jî bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin:

Guh bidin me, zarokên me di zindanan de ne. Em ji bo çareseriyê hatin vir.

Hûn nahêlin em biaxivin. Hûn ji bo her kesî ‘efûya giştî’ didin, lê hûn zarokên me di girtîgehê de bi mirinê re rû bi rû dihêlin.

Em dibêjin bila tecrîd rabe, ji ber vê em hatin.

Em ji bo rawestandina xwînê hatin vir.

Muxatabê me Wezîrê Edaletê ye.

Piştî destûr nehat dayîn ku dayik biçin Wezareta Edaletê, dayikan li ber deriyê Meclîsê daxuyaniyek dan.

Piştî daxuyaniyê dayik bi dirûşmeyan ketin parlamentoyê.