Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ya OHDê Parêzer Zekî Bînbîr ji ANF’ê re axivî û got:

Li hemberî girtiyên siyasî bi destê dadgeriyê astengiyek tê danîn.

Ev astengî jî bi riya ‘Desteya Çavdêriya Îdarî’ tê kirin.

Prz. Zekî Binbîr got; Li Tikriyê Kanuna Infazê heta niha 32 caran hatiye guhertin.

Bi guhertina di Adara 2020’an de, erkên berfireh dane rêveberiyên girtîgehan.

Bi vê erkê re kesên ku cezayên wan qediyane jî bi beyanên kêyfî nayên berdan.

Heta niha nêzî 400 girtiyên ku divê bi şert bêne berdan, bi behaneyên kêyfî nayên berdan.

Rêveberiya girtîgehê zexteke giran dike. Girtiyek 30 salî di girtîgehê de bê girtin infaza wî tê taloqkirin.

Ev kiryar li dijî Destûra Bingehîn in.

Prz. Zekî Binbîr destnîşan kir ku ev kiryar bi taybetî li dijî Kurdan têne bikaranîn.

Ev cihêkarî ye û ne tenê li girtiyên siyasî tê kirin.

Mînaka herî şêber jî Ogun Samast e. Rewşa wî weke ‘baş’ nirxandin û ew berdan.

Lê girtiyên siyasî yên ku ti sûc nekirine û cezayên dîsîplînê li wan ne hatiye birrîn jî nayên berdan. Çima ku ew Kurd in.

Em şopdarên vê mijarê ne. Niha li Tirkiyê girtiyên siyasî hemû dibin hedefa binpêkirina mafên mirovan.

Bi taybetî mafên jiyan û tenduristiyê têne binpêkirin.

Em li dijî van kiryarên antî demokrtaîk têkoşînê dikin û em ê bikin.