Partiya Jiyanî Azad a Kurdistanê -PJAK, liser hilbijartinên parlamentoya Îranê daxuyaniyek da û banga boykotkirina hilbijartinan kir.

PJAK got:
Hilbijartina Îranê ya 1’ê Adarê 2024, li dijî armanc û prensîbên Jin, Jiyan û Azadî ye. Ji bo hilbijartineke azad û demokratîk tu derfet nîne. Artêşa Pasdaran siyaset xistiye bin hegemonya xwe û zexteke dijwar li civakan dike.

Ev hilbijartin ne ji bo demokrasî, ne ji bo civakan e, ji bo meşrûkirina desthilatdariya zordest, ji bo siyaseta dardekirin û êşkenceya li girtîgehan e.

Hemû saziyên çapemeniyê xistine nava alarmê û raya giştî, karker, karmend, malnişîn, perestar, xwendekar, rewşenbîr, azadîxwaz û ciwanan, bi taybetî jinan dixapînin. Gefê li her kesî dixwin.

Ol kirine mezintirîn amûra siyasî da ku bikarin bi vê siyasetê beşdariya li hilbijartinê zêdetir bikin. Lewma em raya giştî ya tevahiya li Iranê û gelan şiyar dikin.

Ev hilbijartin, ji bo berterefkirina îradeya gelan, şorşeger û tevgera jinan e, li dijî serhildana hemû gelan hatiye sazkirin.

Ev deshilatdariya dikt taor, pirsgirêka Kurd, a gelên Azerî, Belûç, Ereb, Mazenî, Gîlek û gelên din çareser nake. Desturnameyek demokratîk a hemû gel xwe tê de bibînin amade nake. Ji ber vê rewabûneke vê hilbijartinê ji bo gelên bindest tune ye.

Em weke PJAK’ê ji hemû gel û neteweyên bindest û hemû çînên civakî, bi taybetî daxwazê ji karker, karmend, xwendekar, rewşenbîr û jinan daxwaz dikin bi awayekî yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin.

Boykot mafekî siruştî û demokratîk e û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykot wê morala gelan bilind bike.