Malbata Jîna Emînî, parêzer Salîh Nîkbeht, parazvanên mafên jinan Efsûn Najafî û Mersedeh Şahînkar jî beşdarî merasîma ku li Strasborgê li Parlementoya Ewropayê hate lidar xistin bûn.

Beriya merasîma xelatdayînê du civînên çapemeniyê hatin lidarxistin. A yekemîn ji aliyê Seroka PE’yê Roberta Metsola ve hat organîzekirin.

Mestola got, “Xelata Sakharov a ji bo Azadiya Ramanê ya îsal ku ji bo bîranîna Jîna Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadî tê dayîn, ji bo hemû jin, mêr û ciwanên wêrek ên ku tevî zext û zordariya Îranê têkoşîna xwe ya mafdar didomînin, di asta serbilindiyê de ye. Parlementoya Ewropayê dengê we dibihîse û piştgiriyê dide we. Hûn ne bi tenê ne.”

Civîna din a çapemeniyê bi pêşengiya Cîgira Serokê Giştî yê PE’yê ku ji koma Sakharovê berpirsyare Hadîdî Hautala ve pêk hat.

Hautala jî got, “PE’yê îro jî weke her dem bi gelê Kurd û jinan re di nava piştevaniyê de ye.”

Parêzer Salîh Nîkbeht wek nûnerê malbatê, di merasîmê de peyama dayika Jîna Emînî Mûzxan Eftexarî xwend. Di namayê de hat gotin, “Êşa Jîna ji bo min bêdawî ye û ji bo her mirovek li cîhanê nemir e. Ez di wê baweriyê de me ku navê wê dê li kêlek navê Jeanne d’Arcê weke sembola azadiyê bimîne. Ez ji warên ku Jîna ya nemir lê jidayik bûye, spasiya malbatê yên bêdawî radigihînim û hêvî dikim ku hûnê bi biryarbûna xwe bi xurtî û serbilindî li ber xwe bidin.”

Dewleta Îranê destûr neda ku malbata Jîna Emînî ji bo wergirtina xelata Sakharov derkeve derveyî welat.