Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê di daxuyaniya xwe de, salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojevên zindî û têkoşîna pêvajoya li pêşiya me nirxand.

PKK’ê got: “Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bi lebitandinên xwe yên dawî komployê bidomîne” û destnîşan kir ku komploya 9’ê Cotmehê wê di sala 21’an de têk bibin.

Di daxuyaniya PKK’ê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

Li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di şexsê wî de li hemberî gelê Kurd û mirovayetiya demokratîk, di 9’ê Cotmeha 1998’an de komploya navneteweyî hatibû kirin û ev komplo dikeve sala 20’emîn. Bi vê wesîleyê em hemû hêzên ku tiliya wan di nav komployê de hene, bi nefreya xwe ya şoreşgerî nalet dikin û hemû kesên ku li hemberî komployê li dora Rêber Apo bûne xeleq jî silav dikin. Şehîdên qehreman ên vê têkoşînê, ji rêheval Halît Oral heta Ûmût Acar ê ku li hemberî komployê xwe şewitand û hemû berxwedêrên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, em wan bi hurmet bi bîr tînin. Di heman demê de em di şexsê Delal Amed, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr de hemû şehîdan bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku heta ku Rêber Apo were azadkirin em ê bi biryardariya serfiraziyê têkoşîna xwe bidomînin.

‘DI ŞEXÊS OCALAN DE GELÊ KURD DI BIN ZEXT Û TECRÎDÊ DE YE’

Wekî ku tê zanîn di 1’ê Îlona 1998’an de RêberApo ji bo doza Kurdan li ser bingeha aştî û demokrasiyê were çareserkirin agirbest îlan kiribû. Hêzên herêmî û navneteweyî jî di 9’ê Cotmeha 1998’an de êrîşeke komployî dabûn destpêkirin. Vê êrîşa qirker a ku bi pêşengiya DYA, Îngîltere û Îsraîlê hate plankirin, hemû hêzên paşverû hatin seferberkirin û bîst sal in bi awayekî hovane didome. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bîst salan de li girtîgeha Îmraliyê rastî tecrîd û pêkutiyeke mezin hat. Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd hatine tecrîdkirin. Lê vê hewldan û êrîşa hovane ya hêzên modernîteya kapîtalîst bîst sal in negihişt armanca xwe. Gelê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya destanwerî komploya navneteweyî parçe kir û hêviya xwe ya azadiyê xurttir kir.

‘FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BI LEBITANDINÊN XWE YÊN DAWÎ DIXWAZE KOMPLOYÊ BIDOMÎEN’

Dewleta Tirk û hikumeta AKP-MHP’ê bi qetlîamên hovane hewl dide komploya navneteweyî bidomîne û hewl dide destkeftiyên têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê bi dest xistine, tasfiye bike. Êrîşên xwe hovane kirine û hewl didin li Bakurê Kurdistanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Di heman demê de Cizîr û Sûr jî tê de hewl didin li Bakurê Kurdistanê qirkirinê bikin û bi hewldanên guherandina demografiya Efrînê re, gefên wan ên li ser Rojava, Minbîc û Dêrikê jî tên zanîn. Ev êrîşên wan, faşîzma Hîtler û Mûsolînî derbas kiriye.

‘GERÎLA HEMÛ ÊRÎŞAN VALA DERDIXE’

Faşîzma AKP û MHP’ê her roj li dijî gerîlayan êrîşan dike. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê van êrîşan bi berxwedana xwe dişkîne û tola êrîşên li Kurdistanê distîne. Çalakiya Êlihê ya ku ji komploya 20 salan re bersiveke xurt e diyar dike ku faşîzma Tirkiyeyê nikare encaman bistîne û berevajî wê diyar dike ku têkoşîna me ya azadiyê nêzî serfiraziyê ye. Li ser vî esasî em di şexsê çalakiya Êlihê de berxwedana gerîlayên qehreman pîroz dikin û em bawer dikin ku ew ê gerîlayên têkoşer her dem bi ser bikevin.

‘BERXWEDANA LI ÎMRALÎ BERXWEDANA HERÎ BI WATE Û BI RÛMET E’

Bê şik û guman Rêber Abdullah Ocalan ev 20 sal in li Zindana Îmraliyê berxwedaneke bi biryardarî û înat dike, bûye berxwedaneke herî birûmet û bi wate ya ku dîrok jêre şahidiyê dike. Ev rastiyeke û heqîqeteke ku ti car dev jê neyê berdan e. Ev berxwedaneke ku pêşiya gelê Kurd û gelê herêmê ronî dike ye. Di ser de ev berxwedaneke ku nîşaneya azadiya jinan û hemû gelên hejar in. Ev berxwedan berxwedaneke ku rê nîşanî hemû gelan dike ye. Bi xwezayî berxwedana dîrokî ya Îmraliyê wê her tim di aliyê pratîk û teorî de rênîşander be.

Komploya Navneteweyî ya dikeve sala 21’an di heman demê de tecrîda giran a li ser Rêberê Abdullah Ocalan di koka xwe de wateya êrîş û zextên li ser Kurdistan, gelên Rojhilata Navîn, hemû kedkar, jin û ciwanan. Ji ber ku Rêber Apo di ser de li dijî mêtîngeriya Tirk û hemû êrîşên modernîteya kapitalîs alternatîfa jiyaneke nû ya azad derxist û pêşxist. Rastiya çareseriyê ya xwe dispêre azadiya jinê, avakirina netewa demokratîk û civaka ekolojîk, her roja çû ji aliyê gelê Kurdistan, Tirkiye û herêmê ve hatiye famkirin û pratîkkirin. Eger ku hêzên modernîteya kapitalîst li dijî rejîma tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bêden in, eger ku CPT û DMME’yê qanûnên bi xwe çêkirîn binpê dike, li vir tam li ser vî bingehî têgîna modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapitalîst pêşxitî û pratîka vê ye. Îro modernîteya demokratîk rêya hemû gelên hejar ronî dike, bi hêviyeke mezin û cesaret sewqî têkoşîna azadiyê kiriye. Jiyana azad wê bibe para yên ku li ser bingehê modernîteya demokratîk têdikoşin be.

‘WÊ DI NAVA XWÎNA RIJANDÎ DE BIFETISIN’

Çawa ku di dîrokê de yên zilm kirin, yên xwîn rijandin di nava xwîna rijandî de fetisîn, di şexsê Rêber Apo û gelê Kurd de dîktatoriya qirker-faşîst a Erdogan û Bahçelî ya ku zilim û qirkirinê dike wê di nava xwîna rijandî de bifetise. Wê ji biryardariya hêrsa gelê me ya hesab pirsîn xisas nebe. Berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistn û gel ay bi lehengî pêşxistî, ji niha ve mêtîngeriya faşîst a AKP-MHP’ê rê li ber krîzeke kûr û hilweşandinê ve biriye. Li ser vî bingehî dawiya mêtîngeriya faşîst AKP-MHP’ê hatiye. Ev jî tê wê wateyê ku Tevgera Azadiyê ya me û gelê me ji her demê zêdetir nêzî azadî û serfiraziyê bûye. Rêbazên şerê pîskolojîk ên faşîzma AKP-MHP’ê ku li ser çapmeniyê jî dike nikare vê rastiyê binixûmîne. Rêbertiya li Îmralî li ber xwe dide, gelê li ber xwe dide, gerîla şer dike, bûye hêviya mezin a mirovahiyê. Rastiya têkoşîna wê di sala 21’ana li dijî Komploya Navneteweyî de wê hê bi xedartir be.

‘BI HÊVÎ Û BAWERÎNE KU EM Ê KOMPLOYÊ TÊK BIBIN’

Li ser vî bingehî di sala 21’an de weke tevger û gel li ser xeta Rêber Apo kûrbûn, biryardariya me ya azadî û şer dixwazin hê zêdetir pêş bixin. Di wê hêvî û baweriyê de ne ku bi vê sekin û têkoşînê komploya naventeweyî em ê hilweşînin. Li ser vî bingehî em carekî din hêzên komploger lenet dikin, şehîdên xwe yên leheng bi minet bibîr tînin, di serî de bang li jinan, ciwan û hemû gelê xwe û dostên wan dikin ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên protesto û şermezarkirinê yên 9’ê Cotmehê bibin, dîsa tevlîbûne xurt ji bo çalakî û kampanyayên ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibatê bên kirin xurtir bikin, sala 21’an a bi têkoşînê komployê hilweşînin.”