Merheba Rêzanê Dilê me;

Em ji kûrahiya dilê xwe ji dil û can we bi rêzdarî silav dikin, rêzên xwe pêşkêş dikin. Bi tîbûna evîneke mezin we hembêz dikin. Salvegera destana dîrokî, cejna vejîn û azadiyê li we pîroz dikin û hêvîdarin ku em di salên pêş de di hizûra we de vê cejnê hîn bi dilşadî û bextewarî pêşwazî bikin.
Niha herî zêde em rewşa we meraq dikin. Her çiqas em halê hazir wate bidin hin tiştan jî, cardin dilê me ranake, lewra dilê me bûye kaniya hesretê. Herikîn û miçiqandin bi felsefeya we ya heqîqetê rê dibe. Rêdayîn qiblegeha jiyan û berxwedanê diyar dike.

Weke Baba Tahirê nemir gotiye;
“Dil de eşqa te nebe, dil bo çi ye?
Dil bê eşqa te ma ji bo çi ye?
Çi bêjin her çi bêjin tev ji te ne
Ketin deryayê ku cewher bibînin
Hemû cewherê ku me dît, ji te ne”

Em îro hemû cewherê nîşan bidin jî, di çavkaniya wê zeryayê de tenê dilopên zeryayê dikarin biherikînin li ser rûpelên dîrokê. Em di nava reştariya dîrokê de bi çira zanistiyê ya ku we diyarî mirovahiyê kirî, li xwebûn û heqîqetê digerin. Em di vê lêgerînê de têgihîştin ku; heqîqet hevpariya kuliyata ku we nîşandayî ye. Erê watedayîna me her dem û her tim li gorî vê bi pêş dikeve…
Bêguman tu wextê rastiya dîrok û civakê nayê piştçavkirin. Di dîroka mirovahiyê de teqîna mezin ji bona heyîndariyê wekî destpêk tê nîşandan. Di dîroka me de jî Teqîna mezin û raperîna vejînê em bi 15’ê tebaxê re dibînin. Ev raperîn jî berhema we yên vejîna civak û gelên azadîxwaz e.
Em jî wek girtiyên azadiyê, tu caran dîlgirtina we napejirînin, em pergala weke ‘çala mirinê ya îmraliyê’ napejirînin. Di wê çalê de we pergal hezar salan dahurand û rûpoşa li ser xwedanê zilm û tariyê parçe kir. Ji ber vê yekê ye dagirker û desthilatdar ketine nav xofa têkçûnê. Lewra ew mehkûmê têkçûnê ne.
Rêberê zîhnê me, Rêzanê dilê me,

Zihn û dilê me bi rêdayîna we şa dibe. Em jî hewl didin şayanî ew riya we diyarî mirovahiyê kiriye bibin. Em dizanin heta hûn di wê çala mirinê de bên girtin, wê dilê me her tim bi birîn be. Lê dermanê me jî têgihîştina rast û pêkanîna felsefeya jiyana we diyar kirî ye.
Bi vê bîr û baweriyê em ji dil û can we silav dikin.
Bi hesret hembêz dikin, hurmetên xwe pêşkêş dikin.
Silav û rêzên şoreşgerî.

nîşe: Me ev name bi riya postê şande navnîşana girava îmraliyê, lê nehate şandin û paşve li me vegerandin. Em dixwazin bi riya Dengê Welat bigihê Rêzanê Dilê me..
Abdurrezaq Şimşek, Ercan Tunç, Necatî Çepik, Nurullah Çiftçi, Şukru GOkturk, Nevzat Tedik, Ramazan Alğan, Veysel Guntin Loqman Akbaba, Aydin Altiğ, Osman Uzum, Mehmet Aylak, Nuri Keleş, Mehmet Polat, Yahya Firan, Recep Bal ango (Kato).

Girtîgeha Tîpa T ya Amedê, hejmar 1