Platforma Yarsan bi daxuyaniyekê biryara Amerîka ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku ev biryar ji bo zindîkiriyan DAIŞ’ê ye. Heriha platformnê got, cihê wan sê pêşengan di nava dilê Yarsan û Kurd de ye.

Di daxuyaniya Platforma Yarsana de wiha tê gotin; “Dîroka Kurdistanê tejiye ji canfedayî û têkoşîna li dijî dagirkerî, stemkariyê û têkoşînek ji bo jiyana wekhev û azadîxwazne. Di serdema konfederasyona Medan heta berxwedan Şaxeşîn, Sultan Sehak û Şah Teymûr Kobanê, Şengal, Sûr , Cizîr û Efrînê berdewam kiriye. Dewleta Tirk weke gelekî zilimkar û dagirker tê naskirin.

Amerîka sê rêveberên HPG, PKK û KCK’ê  kir hedefa xwe. Ji xwe helwesta Amerîka diyar dike kî terorîste? Hêza ku gelên Rojhilata Navîn ji kuştin û komkujiyê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin ciwanên Kurd bû.

Amerîka bi van biryaran dixwaze zextan li ser gelê kurd bike. Lê helwesta gelê Kurd li dijî  biryara Amerîka diyare. Cîhê wan sê pêşeng û şoreşgerên di nava dilê gelê Kurd deye.”

Platforma Yarsan di daxuyaniyê de biryara Amerika bi tundî tê şermezar kirin, tê gotin ku cihê wan di nava dilê milyonan Kurdan de ye.