Polîsên Tirk çalakiya cara 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin.Dayikên Şemiyê di hefteya 800’î de xwestin biçin Meydana Galatasarayê li aqûbeta nebediyan bipirsin û kujer werin darizandin lê dîsa polîsên Tirk  pêşiya wan girt û ew asteng kirin. 
 
 Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku li aqûbeta nebediyan pirs bikin û kujer werin darizandin xwestin ku di hefteya 800’î de biçin Meydana Galatasarayê. Polîsan carek din pêşiya Dayikên Şemiyê girtin û destûr nedan.
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî piştgirî dan dayikan. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê û beşdar li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn. Kêliyek di navbera beşdarên çalakiyê û polîsan de gengeşe qewimî. Lê polîsan bi bariyer û mertalan pêşiya dayikan girt û destûr neda biçin Meydanê. 
 
Li ser vê yekê wê Dayikên Şemiyê li ber ÎHD’ê daxuyanî wê bidin çapemeniyê.