Ji berdevkên kampanya PEACE IN KURDISTAN û mamostayê Zanîngeha Canridge Prof. Jeff Miley, bersiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy û got; Divê CPT bi erka xwe rabe û demildest bikeve nava liv û tevgerê û beriya her tiştî têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan agahiyan bide.

Prof. Dr. Miley anî ziman ku RêberAbdullah Ocalan xwedî roleke gelekî girîng e û got, Bi taybetî ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştiya gengaz û dewamkirina wê, gelekî girîng e.

Em jî, weke kampanya aştiyê ya ji bo Kurdidstanê bang li CPT dikin ku demildest bikeve nava liv û tevgerê û erka xwe bi cih bîne. Bi taybetî divê li ser jiyana Ocalan me agahdar bike.

Em dixwazin dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn ku ev yek dibe sedema krîmînalîzekirina gelê Kurd û kiryareke hovane û li dijî mirovahiyê ye. Nabe ku Tevgera Kurd werê krîmînalîzekirin. Nabe ku tecrîd dewam bike. Divê ev pirsgirêk werê çareser kirin.