Prz. Serbay Koklu diyar kir karîgeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û got heke derfet hebin ku rola xwe bilîze problem wê çarser bibin. Koklu got, ”CPT mekanîzmayeke karîger daniya wiha bi rehetî nedikarîn tecrîdê deynin.”

Di ser kompoloya navnetewî re ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal çûn.

Ji Bûroya Hiqûqa ya Asrinê Parêzer Serbay Koklu têkilî komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li Imraliyê axivî.

Koklu diyar kir tişta ku bi Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd didin jiyandin mînakên xwe nînin, bal kişande ser serdana CPT’yê û got divê gavên xurt werin avêtin.

Parêzer Koklu bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 22 sal in didome û got, ”Ev pêvajo bi rengekî ku di dîrokê de mînaka wê nîne pêk hatiye. Polîtîka û kirineke pir taybet e. Bi komploya navnetewî re polîtîkaya tecrîdê ya li Imraliyê sazkar bû.”

Koklu bi berdewamî got, ”Bi encame operasyoneke ku li cîhanê mînaka wê nîne, ku bi qasî 130 rojî dom kirî hate girtin û anîne Girtîgeha Imraliyê. Ev pêvajoya 130 rojî siberojê wê bi rengekî berfireh were nirxandin û nivîsandin.”

Parêzer Koklu bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir bi vê hesab kirin ku heta bi asteke griîng vîna Ocalan wê wre şikandin, rayeya fikirînê wê qels bibe û domand, ”Rêzdar Ocalan şertên berdest ji hêla pergala cîhanî ve di pêvajoya 130 rojî de nirxand, Modernîteya Kapîtalîst dahurand û ‘Modernîteya Demokratîk weke alternatîf danî holê. Îro, li gorî beriya bi 20 salan Kurd bi hişmendiya xwe ya azadiyê li Rojhilata Navîn weke stêrikeke dibiriqin. Çareseriya neteweya demokratîk ku di şexsê Rêzdar Ocalan de geş bûyî, li Rojhilata Navîn bûye motoda çareseriyê ya sereke.”

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd diyar kir li gel raporên CPT’yê û hişyariyên wê jî tecrîd hatiye girankirin û got, ”Girtîgeha Imraliyê bi konsepteke navnetewî ye. Di nav vê konseptê de gelek hêz hene. Bi rengekî rasterast her çendî xwe aşkere nekin jî bi rêya hin saziyan vê nîşan bidin. Girtîgeha Imraliyê ne girtîgeheke wiha ye ku tenê girêdayî dewleta Tirk û sîstema wê ya hiqûqê ye. Girtîgeheke bi ser Konseya Ewropayê ve ye ku Tirkiye bi peymanên navnetewî girêdayî Konseya Ewropayê ye. Di bin kontrola CPT’ê ye û DMME’yê ye. Dİ van 22 salan de DMME, CPT û Konseya Ewropayê bi vê çarçoweyê xwedî kontrol, raman û biryar in. Lê di hiqûqa navnetewî de çi qas bersivê dibîne em hemû dibînin û dijîn. Mînak; darizandina dema 20 sal rûdan bi rengekî şanoyî di mehekê de li Imraliyê hate darizadin. Lê Tirkiye dosya guheran û ser dosyayê girt. CPT ji nav dewletên endam li nav ti dewletan girtîgehek ev qasî nekiriye rojava xwe. 22 salan gelek caran çû Imraliyê û her ara ku çûyî, got, ”Li Girtîgeha Imraliyê tecrîd heye”, ”Tecrîd êşkence ye û hikûmeta Tirk divê dawî li vê bîne.” Tirkiye li ser vê mijarê guh neda CPT’yê, berevajî, tecrîd girantir kir.”

Koklu rapora têkilî serdana par a CPT’yê ya li Imraliyê bi bîr xist, ku di raporê de hatibû gotin li Imraliyê tecrîd heye û demişldest divê bidawî bibe lê Tirkiye mafê axaftina telefonê, hevdîtina parêzer û malbatan qedexe kiriye, ew li hêviyê bûn ku CTP mekanîzmayan karîger bike, wan gelek rapor dane CPT’yê. Koklu serdana sala 2021’an a CPT’yê ya li Tirkiyê bi bîr xist û got li dijî Tirkiyê ku polîtîkaya tecrîdê giran dike serdana Girtîgeha Imraliyê bikire û serdana parêzerên Ocalan bikira.

Koklu her wiha got ji 2011’an ve têkilî tecrîdê wan serî li DMME’yê daye, DMME’ê heta niha gelek dosya kirine rojeva xwe lê dema ku mijar ocalan be DMME ev 10 sal in biryar li ser vê dosyayê nedaye û got, ”Ev jî bi rengê, ”em nabêjin bikin lê em çavê xwe digirin” ji dewleta Tirk re dibe destek.”

Parêzer Koklu gelek krîzên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi bîr xist, diyar kir ku ev krîz ji ber polîtîkayên tecrîd û şer in û got, ”Tecrîd polîtîkaya şer e, polîtîkaya ku pirsa Kurd bi rê û rêbazên şer were serkutkirin.”

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Koklu ‘pêvajoya çareseriyê’ bi bîr xist, got, 28’ê Sibata 2015’an piştî ku Rêberê Gelê Kurd Mitebeqata Dolmabahçayê bi raya giştî re par ve kiriye tecrîda girankirî dîsa hatiye sazkirin û got, ”Dema ku Rêzdar Ocalan çareseriyan dilberîne û karîgerî û hêza wî tê hîskirin, ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo hemû Rojhilata Navîn em bi mînakên wê dijîn ku dikevin serdemeke wiha de ku derfetên çareseriyê çêdibin.”

Parêzer Serbay Koklu herî dawî wiha got:

”Bi wê pêvajoyê re 1998’an bi Girtîgeha Imraliyê re dest pê kirî û didome, dema ku Rêzdar Ocalan dikeve hedefê, ev tê maneya ku Kurdan dikin hedefê. Hebûna Kurdan û Rêzdar Ocalan bûye yek. Em hemû bi hev re dibînin, di vê pêvajoyê ne kêmbûna karîgeriya wî li aliyekî, li Kurdistnaê, Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hebûn û felsefeyek. Tecrîd carinan bi serdanên malbat û parêzern hatibe şikandin jî me dît ku ti carna ji tecrîtê neqeriyane. Ji bo çareseriya demokratîk a li Rojhilata Navîn, vîna jiyana hevpar, bîrewerî û geşbûnê ji bo me pir girîng û hêja ye ku Rêzdar Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe.  Li hemû cîhanê bi vê fikrê hin xebat hatin destpêkirin.”