Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya haberê de hilbijartina xwecihî û encamên wê nirxand.

Dûran Kalkan da zanîn zîhniyet û polîtîkaya tecrîdê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de derbek kujer xwar û wiha got:

Êdî AKP’ê ji yek partîbûnê derket. Bi tifaqa ‘Cimhûr’ re ev rewş wenda kir. Ev jî rewşeke girîng bû. Yekemîn tişta ku divê AKP bike îstifa ye. Em nizanin hêzên cuda wê niha çi bikin. Hêzên ku siyasetê dikin diyar in. Em hem di hilbijartinan de hem jî bêyî hilbijartinan têdikoşin.

Derbarê CHP’ê de jî Dûran Kalkan wiha got:

CHP piştî têkçûna Kiliçdaroglu, di bin serokatiya Ozgur Ozel de ket hilbijartinê û rewşeke nû derxist holê. Bû partiya yekem û berpirsyarî girt ser xwe. Ji ber vê yekê 50 sal berê Ecevît jî tevgerek wiha kir. Lê ji aliyê îdeolojîk ve jî nikarîbû nûbûnekê biafirîne û bi ser bikeve. Ewqas ked da, zehmetî kişand, lê şopek jî jê nema. Gelo rêveberiya Ozgur Ozel bi rastî dikare vê rewşê derbas bike yan na. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyê, bingeha xwe ji pirsa Kurd digire. Ji ber vê şer derdikeve, weke krîza siyasî û aborî derdikeve pêş. Bila hay ji xwe hebin, li Îmraliyê bi tecrîdê derdikeve holê. Gelo wê karibe li ser van mijaran polîtîkayên nû pêş bixe?

Dûran Kalkan, bibîr xist ku Erdogan di warê eskerî û siyasî de însiyatîf winda kir û derbeyek xwar û wiha got:

Heger ew jî demokrat bûya, dê îstifa bikira. Ji ber ew ê vê neke, wê bi rê û rêbazên cûda hewl bide desthilatdariya xwe bidomîne. Yekane çareseriya vê jî şer, êriş, zext û zordariya faşîst û teror e. Bi vê yekê re wê hewl bide hemû dijberan bêdeng bike. Wekî ku dixwaze nikare êriş bike lê hewcedariya wî bi êrişê heye. Wê hewldanên wan ên dawî be.

Dibe bixwaze ji valahiya li DYE’yê sûdê bigire. Derbarê endamtiya Swêdê ya NATO’yê de jî hin soz dan. Ew ê hewl bide ku careke din wan bicivîne û êrişeke wiha bike. Bi kurtasî, di pozîsyoneke lawaz de derbê dixwe, dê bêçare êriş bike. Lewma divê her kes zêdetir baldar be, bi propagandayên şerê taybet nexape.

Dûran Kalkan rewşa li Wanê weke ruhekî nû nirxand û got, ev rêbazeke nû ye.

Ev pêngaveke nû ye. Li hemberî êrişên faşîst, mêtinger, şerê taybet ê qirker li her derê divê her tim bi vî rengî bûya. Ev nerazîbûn timî dikarîbû bihata nîşandan. Eger tu bi rêxistin û amade bî, faşîzm nikare her tiştî bike. Ev yek li Wanê jî li Şirnexê jî hate dîtin. Encama ku derkete holê ew e ku bi têkoşînê serketin dikare bê bidestxistin. Bila her kes li her derê di her kêliyê de vê ji xwe re bike pîvan. Li dijî şerê taybet pêwîstî bi şerê şoreşgerî heye. Şerê şoreşgerî jî ev e, şerê gel ev e. Li her derê gel wê li ber xwe bide, têbikoşe, ev eşkere bû.