Ruspiyên êla Enabze ya Qebîleya El Igêdat derbarê tevgerên bi guman ên li Dêra Zorê çêdibin ji ajansa Nûçeyan a ANHA re axivîn

Ruspiyê êla Enabze Rida Ewad El Elî êrişên hikumeta Şamê û komên alîgirên Îranê yên li dijî axa Sûrî û herêmên rojhilatê Firatê şermezar kir û wiha got:

Ev kom dixwazin ewlehiya li herêmê têk bibin û fitneyê derxin.

Em piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin. Em ê mil bi mil li hember van destwerdanan bisekinin.

Destwerdanên derve, çi ji aliyê Tirkiye yan jî Îranê yan jî hêzeke din ve çareseriyê asteng dikin.

Destên kirêt hene ku hewl didin fitneyê di nava me de derxin û projeya Rêveberiya Xweser asteng bikin.