Li Heskîfê, tevgera makîneyên giran ên bendavan çêdikin, rê li ber metirsiya hilweşîna Qesra Biçûk vekir.

Ji ber xebatên çêkirina bendava ilisû ku hê didome, Qesra Biçûk a dîrokî ya Heskîfê bi hilweşînê re rûbirû ye. Li kelha dîrokî ya Heskîfê û Geliyê Dîcleyê, li gel xebatên betonkariyê ku bi dirêjiya hezar metre û bilindahiya 50 metre didome, xebatên çêkirina benderê li biniya kelhê destpê kir. Li gel ku di bin avê de hatiye hiştin, hema li jora bendera ku bi armancê çûyîna nava kelhê hatiye çêkirin kelhe û Qesra Biçûk bi betonê ji holê tê rakirin. Hewl didin ku dîwarê kelhê bi beton û hesinan ‘qahîm’ bikin. Hate zanîn ku ji ber lerza makîneyên giran ên kar, dîwarên qesrê derizîne û bi metirsiya hilweşînê re rûbirû mane.

METIRSIYA HILWEŞÎNÊ HEYE

Li aliyekê ku tevahiya bajarê dîrokî veguheriye qada înşaatê, li aliyê din jî li ber dîwarên kelha dîrokî “Bendera antîk” tê çêkirin. Heke Heskîf di bin avê de bê hiştin wê li jora kelhê giravokek bê çêkirin. Bi armanca ku li vê giravokê geşt pêk bê, li ber serê dîwaran bender tê çêkirin. Di rojên bihurî de dest bi çêkirina hîmên benderê hate kirin. Tevgera makîneyên giran ên bendavan çêdikin, rê li ber metirsiya hilweşîna Qesra Biçûk vekiriye.

Hate ragihandin, piştî ku metirsiya hilweşînê di Qesra Biçûk de çêbûye, ji roja dûşemê şûnde lêkirina betonê hatiye sekinandin. Endaziyaran, li hemberî dibetiya hilweşînê dest bi lêkolînan kirine.