ŞIRNEX – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê piştî pêla bayê HDP’ê geş bû û rêya dengê HDP’ê zêde ye, bi nêzîkbûna hilbijartinê re Qeyûm blokên betonê yên li dora avahiya şaredariyê kom kiribûn, hêdî hêdî radike û amadekariya çûyîna xwe dike.  Ji hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê re 15 roj man. Beriya hilbijartinê hemû partî xebatên hilbijartinê li tax, kolan û gundan berdewam dikin. Şaredariyên ku li bajarên herêmê berê di destê DBP’ê de bûn û deriyê wan bi şev û roj ji gel re vekirîbûn, piştî qeyûm tayîn kirin, dora başedariyan bi blokên betonê dorpêç kirin û li ber deriyê her şaredariyê polîsên bi çek kirin nobedar. Piştî AKP’ê dest danî ser şaredariyan û qeyûm tayîn kir, ketin û derketina mirovan a şeredariyan di bin kontrola polîsan de pêk dihat. Lê piştî hilbijartin nêzîk bû ji bo bertekên gel yên li hemberî xwe kêm bikin, li aliyeki zexîre belav dikin, li aliyekî rêyên hatine xerakirin pîne dikin, li aliyê din jî dixwazin deriyê şaredariyan ji gel re vekin û blokên beton rakin. Li navçeya Hezexê ku berê şaredarî di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, bi fermana Wezîrê Karên Hundir di 21’ê Îlona 2016’an de Hevşaredarên DBP’ê yên Hezexê Mehmet Muhdi Arslan û Nevin Girasun ji peywirê hatin girtin. Piştî qeyûm tayîn kirin dora şaredariyê bi blokên beton dorpêç kirin û polîs danîn ber deriyê şaredariyê. Niha piştî hilbijartina 31’ê Adarê nêzîk bû, qeyûm dest bi rakirina  blokên beton dike.  ‘QEYÛM AMADEKARIYA ÇÛYÎNÊ DIKE’