Tund û tûjî û qirkirina jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê ranaweste. Hejmarên ku her diçe zêdetir dibin, rewşa tirsnak a rêveçûna Tirkiyê ya di bin rêveberiya şefê faşîst Erdogan de radixe ber çavan.

Tenê di meha nîsanê de 30 jin û 2 zarokên din hatin qetilkirin, ango her roj jinek hate qetilkirin.

Li gorî çeteleya me di meha nîsanê de 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha mirina 15 jinan û zarokek jî bi guman e.

Li Amedê jinek, li Edirnê jinek, li Balikesirê jinek, li Tekîrdagê jinek, li Boluyê jinek, li Kayseriyê jinek, li Muglayê jinek, li Karabukê jinek, li Agiriyê jinek, li Kirikkalê jinek, li Aydinê jinek, li Çankiriyê jinek, li Mêrsînê 2, Mereşê 2, li Enqerê 2, li Manîsayê 2, li Semsûrê 2, li Samsûnê 2 û li Stenbolê jî 4 jin hatin qetilkirin.

11 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve, jinek ji aliyê mêrê ku dest jê berdabûn ve, 7 jin ji aliyê mêrên ku pê re di asta berdanê de bûn ve, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji hêla birayê xwe ve, 3 jin ji hêla mêrê ku ew pê re dijî ve, jinek ji hêla xizmên xwe ve, 2 jin ji aliyê zilamê ku ew nas dikin ve, 2 jin ji aliyê hevalên xwe ve û 2 jin jî ji hêla apê ve xwe hatin qetilkirin.