Plana Dewleta Tirk heye ku Qendîlê dagir bike. Dixwaze PDK’ê jî bike şirîkê xwe. Dewleta Tirk dijmin e, her cure planan dike. Divê KDP piştgiriyê nede wan. Dewleta Tirk bêyî piştgiriya PDK’ê nikare Qendîlê dagir bike. Divê PDK di planeke wisa de nebe.

PDK hema xwe li Zînî Wertê bi cih kir û ev jî diyar dike ku têkiliyên Tirkiye û PDK’ê ketiye qonaxeke nû. PDK ligel ku dizane Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wê qebûl neke, çima tê li wan qadên gerîlayan baregehan ava dike? Zînî Wertê qada gerîlayan e. Ne qada PDK û YNK’ê ye. Di demên borî de ji aliyê îdarî ve Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatina YNK’ê asteng nekiriye. Ji bo qada Qendîlê bi YNK’ê re hin têkilî hatine danîn. Lê di rastîyê de qadeke gerîlayan e û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji zû ve ye di warê leşkerî, siyasî, civakî û rêxistinî li vê qadê serwer e. YNK jî PDK jî hemû dinya bi vî tiştî dizane. Ligel ku ev tişt tê zanîn çima PDK li qadeke gerîlayan a ku li qadê cihekî serwer e, dixwaze hêzên leşkerî bi cih bike? Em dev ji siyasetmedar û analîzvanan berdin, gel jî wê bipirse, gelo çima?

Ev qad bi qasî ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdan girîng e, ji bo YNK’ê jî girîng e. Heke PDK li vê qadê bi piştgiriya TC’yê serwer bibe, ev jî tê wateya ku wê dora YNK û Silêmaniyê were girtin. Ev qad ji bo gerîlayan qadeke stratejîk e û heke PDK gerîlayan tasfiye bike wê ev tişt ji bo YNK’ê jî bibe gefeke mezin. Sedema helwesta YNK’ê ev e ku wê PDK piştre li dijî wan gavan biavêje. Jixwe tê dîtin ku tekane hatina PDK a li Zînî Wertê tê wateya şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan. Hêzên ku naxwazin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan şer bikin jî wê vê gavê qebûl nekin.

PDK DIXWAZE ARMANCA XWE VEŞÊRE

Ji ber ku armanca PDK’ê qirêjî ye, dibêjin em ji bo vîrusê hatine vê derê. Lê divê were zanîn ku ev qad 100 kîlometreyan dûrî Îranê ye. Li hinek qadên Îranê ji hewayî bi qasî 40-50 kîlometre dûr e. Lê ne mumkun e ku mirov karibe biçe wan qadan. Qada ku PDK lê bi cih bûye, tu wesayîtên sivîl ji wir derbas nabe. Li wê derê bi tenê rêyên zomên gundiyan hene. Li jêr wesayîtên sivîl ji Qendîlê derbas dibin û diçin qadên PDK’ê. Jixwe li wan deran bendên asayîşê yên HPG û PDK’ê hene. Ji bo derbasbûna ji nav Qendîlê ji xeynî vê jî tu rê tune. Li qadên din gerîla nahêle ku teyr bifirin. Ji ber vê jî hinceta PDK’ê ya ku dibêjin em ji bo vîrusê hatine, tê wateya veşartina armanca xwe yê bêxêr. Hemû gundiyên li qadê bi vî tiştî dizanin. Derew e ku malbateke ji Rojhilat a bi vîrus hatiye qadê. Ev tê wateya xapandina raya giştî. Heke em tiştekî wisa qebûl bikin jî, ji Zînî Wertê derbasbûneke wisa çênebûye. Jixwe heta 15-20 roj berê mirov nikaribû ji rêya şose ya li wan qadan jî derbas bibe. Wesayîtên normal nikarin ji wan qadan derbas bibin. Tu wateya avakirina baregeha PDK’ê tune. Jixwe piştî 5,6 kîlometreyan bendên kontrolê û qereqolên PDK’ê hene.

Heke hinceteke wisa hebûya, ji ber ku dizane ev qada gerîlayan e, wê biçe ba fermandarên gerîlayan û berpirsên Tevgera Azadiyê re rûnişta û li çareseriyekê bigeriyana. Lê ji ber ku tu sedem û mantiqa bicihbûna li vê qadê tune, PDK’ê wisa nekiriye û bi çekên giran hatiye qadê.

ÊRÎŞA LI SER ZÎNÊ WERTÊ TÊ WATEYA TASFIYEKIRINA GERÎLA Û TEVGERA AZADIYÊ

Bicihkirina leşkeran a li Zînî Wertê, parçeyekî plana tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan e. Ya ku dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurdan tasfiye bike jî TC ye. Li dinyayê her kes bi vî tiştî dizane. Têketina Zînî Wertê tê wateya gava tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan û PDK û TC li ser vî tiştî li hev kirine. Êdî em nizanin ku TC’yê çi soz dane PDK’ê. Lê em dizanin ku tu wateya van sozan tune. Dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan were qelskirin û tasfiyekirin wê zemîna siyasî ya van sozan jî ji holê rabe. Bi ser de wê PDK bibe hedef. Tekane sedema têkiliyên PDK û TC’yê heye, ew jî PKK ye. TC ji bo ku PKK’e tasfiye bike, têkiliyê bi PDK’ê re datîne. Federasyona Başûrê Kurdistanê heta hevdîtina Bûsh-Erdogan a di 5’ê Mijdara 2007’an de ji aliyê TC’yê di warê fermî de nehatiye qebûlkirin. Di vê hevdîtinê de Bûsh gotibû ku PKK dijminê me ye û ji ber ku ji bo tasfiyekirina PKK’e piştgirî dane Tirkiyeyê, qebûl kiribûn ku ew Başûrê Kurdistanê nas dikin. Ev jî qebûlkirineke demdemî ye. Sedema vê qebûlkirinê jî diyar kirin. Gotin heke PDK bi me re li dijî PKK’ê tevbigere, em dikarin têkiliyê bi wan re deynin.

Ne hewce ye em qala rastiya dewleta Tirk bikin. Her welatparêz û siyasetmedarê Kurd dikare vî tiştî bibîne. PDK dibêje ev hêz li pişt min e, dewleta Tirk wê êrîşî min neke. Lê ne diyar e ku têkiliyên siyasî wê çawa bin. Heke em bibêjin ji bo Tirkiyeyê jî diyar e, wê ev tişt nebe kehanet. Di rastiya Kurdan de tekane garantî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e û tifaqa wan e. Li ser vî esasî dikarin di demokratîzekirina welatan de rola xwe pêk bînin. Ji xeynî van tiştan hemû tişt wê xwexapandin be. Ji ber vê jî divê polîtîka Kurdan ji bo mîsogerkirina jiyana azad û demokratîk a Kurdan be.

Divê her kes baş bizane, heke ne ji ber têkoşîna 45-50 salan a PKK’ê bûya, îro geşedanên li her çar parçeyên Kurdistanê wê pêk nehata. PKK’ê hesabê dewletan serûbin kiriye. Yek ji sedema ku hemû dijminên Kurdan, PKK’ê wekî xetere nîşan didin jî ev e. Ji ber ku dizanin ne mumkun e Kurdbûn, welatparêzî û helwesta azadiyê ya ku PKK’ê ava kiriye, nikarin têk bibin. Dibêjin heke em PKK’ê qels bikin wê qelskirina yên din jî hêsan be. Ji ber vê planên PDK û TC’yê yên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdan wê were wateya ku bi destê xwe, xwe têk bibin. Jixwe tasfiyekirina PKK’ê wê were wateya derba li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Fêmnekirina vî tiştî tê wateya dûrketina ji rastiya Kurdan.

Êrîşa li dijî Zînî Wertê tê wateya gava tasfiyekirina gerîla û Tevgera Azadiyê ya Kurdan. Ev jî parçeyekî plana tasfiyeyê ye. Divê Kurd wisa fêm bikin. Ji ber vê jî, vê gava PDK’ê wê neyê qebûlkirin. Ev qadeke gerîlayan e. Ne mumkun e ku gerîla dev ji vê qadê berde. Li ser medyaya dîjîtal tê diyarkirin qaşo ev qad ne girîng e û wê gerîla vê qadê berde. Piştre dibêjin ma gerîla dev ji vê qadê berde wê çi bibe. Ev tişt nayê qebûlkirin. Helwesta rastîn a welatparêziyê ev e ku divê hemû alî vegerin ser bicihbûna xwe ya berê. Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’emîn didome û hevsengên nû tên avakirin. Di vê serdemê de divê di navbera Kurdan de pirsgirêk neyê derxistin. Bi têkiliyên demokratîk û hevfêmkirinê divê li dijî dijminên Kurdan em helwesteke rast nîşan bidin.

Çi dema ku problemek çêdibe,PDK dibêje ‘PKK li vir çi dike, ji ber PKK’ê xisar digihêje gundan, ji ber PKK’ê gund tên valakirin’ Bi van gotinan re dixwazin ser êrîşên dewleta Tirk bigirin. Divê em diyar bikin, PKK 40 sal in li van qadan e. Di sala 1982’an de di navbera PDK û PKK’ê de protokola piştgiriyê hatiye îmzekirin. PKK di 40 salan de li Başûrê Kurdistanê li dijî hemû hêzên derve li ber xwe daye. Li dijî TC, li dijî Îran û li dijî DAÎŞ’ê jî li ber xwe daye. 2 sal berê herî dawîn gerîla ji Kerkûkê derket. Ne hewce ye em qal bikin ku gerîla li dijî DAÎŞ’ê çawa şer kir. PDK jî û YNK jî di bi vî tiştî dizane. Heke gerîla li Şengalê Êzidî ji qirkirinê rizgar nekira, wê PDK wekî hêza ku piştgirî da qirkirina Êzidiyan bihata naskirin. Bi vê re pêşiya vê nêrînê jî hatiye kirin û bandora qirkirinê hatiye kêmkirin.

Ev qas rastî li ber çavan e lê tu wateya van gotinan tuneye ku PDK bibêje PKK ne hêzeke rewa ye. Ji bo êrîşa tasfiyekar a bi TC’yê re ji xwe re li hincetan digere. Jixwe li ser van hincetan wê bi xwe sedema bicihbûna li Zînî Wertê diyar kiriye. Nexwe mesele ne tevdîrên li dijî vîrusê ye. Dixwazin bibêjin ku gerîla ne meşrû ye, xisarê dide gundan û em ê ji ber vê sedemê tevî TC’yê gerîla derxînin.

BILA PDK BI MASKEYAN RÛYÊ XWE VENEŞÊRE

Ev tişt gelekî zelal e ku gundên Qendîlê di nav jiyaneke herî azad û demokratîk de ne. Gundên berê hatibûn valakirin, a niha şên bûne. Her havîn bi sedan xanî tê lêkirin. Her kes diçe ser rez û baxçeyan û heywanan xwedî dikin. Tekane arîşeyeke wan heye, TC ji hewayî êrîşî wan dike. Yên ku piştgiriya vî tiştî dike û teşwîq dike PDK ye. DYE ye. Di van êrîşan de bi dehan sivîl hatine qetilkirin. Lê PDK’ê tu carî tiştek negotiye. Armanceke bomberdûmana Qendîlê û qirkirina sivîlan ev e ku bibêjin ‘Lê binihêrin PKK li wir e, ji ber vê sivîl tên kuştin’ Jixwe PDK êrîşên TC’yê yên li Qendîl, Behdînan, Mexmûr, Rojava û Şengalê wisa diyar dike. Nikare bibêje ku TC dijminê Kurdan e û ji ber vê jî ev êrîş tên kirin. TC a niha bi hezaran siyasetmedar, parlementer, hevşaredar û welatparêzên Kurd digire. Ne bi tenê yên Kurd, hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî digire. Tê dîtin ku PDK dixwaze bibêje teslîmî TC’yê bibin. Heta ku ev tişt pêk neyê, wê TC dev ji van êrîşan bernede.

Bila PDK tu maskeyan nede ber rûyê xwe. Bila bibêje em dixwazin gerîlayan ji her derê derxînin û ji ber vê jî em bi TC’yê re hevkariyê dikin. Qet nebe wê nêta xwe diyar bikin. Ji ber ku PDK’ê gelek caran ev tişt kiriye. Bi Sedam re YNK ji Hewlêrê derxistine. Tê zanîn ku Hewlêr herêma Soran e û ji berê ve di bin kontrola YNK’ê de bû. Bi Sedamê ku dijminê herî mezin ê Kurdan bû, ev rewş hate bidawîkirin. Bi Sedam re tifaq çêkirin. Piştî Şoreşa Îranê rêxistinên Kurdan ê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Îranê têdikoşiyan, xweserî û federasyon dixwestin. Di vê demê de PDK’ê ji bo têkbirina tevgerên li Rojhilatê Kurdistanê bi Îranê re hevkarî kiriye. Ev tişt ne xeyal in, rastiyên şênber in.

PDK ji bo ku mûxalifên xwe tasfiye bike her dem bi dijminên Kurdan re xebitiye. Niha jî li Rojava koma bi navê ENSK ya girêdayî PDK’ê ev tişt kiriye tarzeke polîtîk. Li Efrînê piştgirî dane dagirkeriya dewleta Tirk. Li Serêkaniyê û Girê Spî heman tişt kirine. Xayînên wekî Osman û Nîzamettîn ên ku ji PKK’ê reviyabûn û xwe spartibûn PDKê, beriya dagirkeriya Serêkaniyê name ji TC û MÎT’a Tirkan re şandine û diyar kirine ku ew dixwazin li Rojava li dijî QSD û PYD’ê şer bikin. Heke PDK li dijî van tiştan bûya, wê van aliyan nikaribûna tiştên wisa bikirina.

PDK’ê di demên borî de bi polîtîkayên wisa dibe ku rêxistina xwe xistiye avantajê. Lê a niha di şertê Şerê Cîhanê yê 3’emîn de li Rojhilata Navîn hevsengên nû tên xerakirin û yên nû tên avakirin, ev polîtîka wê bi kêrî Kurdan neyê. Bi tenê têkilî û tifaqa demokratîk wê bi kêrî Kurdan were. Di demên borî de helwestên neyînî hatibe kirin jî, divê mirov vî tiştî deynin aliyekî. Ne bi tenê partiyek ji bo ku gelê Kurd bi ser bikeve, divê helwesteke polîtîk were nîşandan. Divê Kurd polîtîkayên xwe bispêrin yekîtiya di navbera Kurdan de. Pirsgirêkên li Başûr, Bakur,Rojhilat û Rojava divê li ser vî esasî were çareserkirin. Ji dêvila ku xwe dispêrin hêzên derve, divê xwe bispêrin yekîtiya di nav Kurdan de. Heke berjewendiyên partiyan têxin pêşiya berjewendiyên neteweyî, wê ev tişt xisarê bide hemû partiyan.

Divê PDK nebe parçeyekî plana TC’yê ya li dijî PKK’ê. Tu partî û rêxistinên Kurdan ji bo kuştina gerîla û ciwanên Kurdan divê hevkariyê bi TC’yê re nekin. Divê PDK bi lez ji Zînî Wertê vekişe û rewş aram bibe. Daxwaza Tevgera Azadiyê ya Kurdan ev e ku hemû alî vegerin ser pozîsyona xwe ya berê.

Plana Dewleta Tirk heye ku Qendîlê dagir bike. Dixwaze PDK’ê jî bike şirîkê xwe. Dewleta Tirk dijmin e, her cure planan dike. Divê KDP piştgiriyê nede wan. Dewleta Tirk bêyî piştgiriya PDK’ê nikare Qendîlê dagir bike. Divê PDK di planeke wisa de cih negire. Divê bi helwesta xwe li dijî vê êrîşê be. Divê pêşiya berxwedana gerîlayan negire. Bêguman divê piştgiriyê bide gerîlayan. Heke nikaribe bide jî divê piştgiriyê de nede TC’yê û tu têkiliyê bi wan re daneyne.