Dadgeheke Îranê, bi hinceta ku tevlî xwepêşandana li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bûne, cezayê 6 mehan ê girtîgehê û 30 qemçî li 13 aktîvîstan birî. Ceza hate taloqkirin.

Dadgeha Komarî ya Îslamî ya Îranê ya li Merîwanê 6 meh cezayê girtîgehê û 30 qemçî li 13 çalakvanên sivîl birî.

Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Fwad Îwusfî, Efşîn Rehmanî, Kemal Konepoşî, Seyd Umîd Secadî, Şehab Zemanî, Mubîn Nadrî, Tarîq Rostemî, Dyako Taba, Hîmet Kerîmî, Mêhdî Tarqî, Seyd Umîd Heqperist, Elî Ye’qûbî û Mihemed Nadrî yên ji Merîwanê, bi îdîaya ku li ber ber qanûna xwepêşandanan a Îranê rabûne hatin cezakirin.

Cezayê 6 mehan ê girtîgehê û 30 qemçî yê ji aliyê Dadgeha Merîwanê ve hate birîn, ji bo salekê hate taloqkirin.

Doza ku li çalakvanan hatibû vekirin, ji ber xwepêşandaneke 12’ê Cotmeha 2019’an bû.

Di vê xwepêşandanê de ya li Parka Milletî ya Merîwanê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibûn şermezarkirin.