Gerîla bi jiyan û çalakiya xwe, bi gotin û nivîsa xwe dîrokê dinivîsîne. Rojnivîskên gerîla jî encameke vê yekê ne.

Em beşek ji rojnivîskên gerîlayên şehîd bûne parve dikin. Hinekan qala dema naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirine, hinekan dilsoziya xwe ya bi erdnîgariya xwe re nivîsîne, hinekan behsa dîtina Ocalan û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re kirine. Rojnivîsk ji wan re bûye hemsir. Pê zanin ku ew xwedî nasnameyeke mezin a kolektîf in, zanin ku ew siwarên hêviya gelê mezlûm ê 50 milyonî ne, baş zanin ku serketin û têkçûn wê di hişê civakê de rê li ber kîjan encamê vekin. Ne tenê zanin, her wiha fêhm dikin û cîhana xwe ya fêhmkirin û watedayinê mezin dikin. Hewl didin hêjayî welat, gel û partiyê bin.

KOÇERA BOTANÊ

Em bi rojnivîska Şehîd Çîçek Kiçî dest bi rêzenivîsa xwe dikin ku ji aliyê Mahîr Yilmazkaya ve hatiye amadekirin. Endama Konseya Leşkerî ya HPG’ê Çîçek Kiçî / Çîçek Botan (Guhar Çagirga), 10’ê Cotmeha 2011’an ji ber êrîşa hewayî tevî 6 hevalên xwe şehîd bû. Çîroka jiyana wê Mîna nimûneya şerê 40 salî yê gelê Kurd ê li dijî mêtingeriya Tirk e. Çîçek sala 1975’an li gundikê Kavirkir ê gundê Cinibre yê Cizîrê ji dayik bû. Keça eşîreke koçer bû. Çîçek bi çîrokên şer mezin bû ku gava mezinên wê li binê konan li hev diciviyan û qalê dikirin, wê guh dida wan.

DI 11 SALÎ DE ÊŞKENCE LÊ HATE KIRIN

Dema ku destpêkê hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin, hîn 11 salî bû. Li ser îfadeya îtirafkarekî bi navê Mûstafa Çîmen, leşkerên Tirk avêtin ser gund, ew destgîr kirin û êşkence lê kirin. Tevî şîdeta ku dewletê lê kir, bi kesekî re hate zewicandin û bi vî rengî bû mexdûra şîdetê. Çîçek piştî êşkenceya giran, sala 1989’an li Zozanên Çemê Kare yê navçeya Berwarî ya Sêrtê tevlî nava refên PKK’ê bû.

BÛ YEKEMÎN GERÎLAYA JIN A EŞÎRÊ

Bû jina yekemîn ku ji eşîra Kiçanê tevlî nava refên PKK’ê bû. Biryara Çîçek a ji bo tevlîbûna li nava refên PKK’ê di nava malbata kesê pê re hate zewicandin û eşîrê de rê li ber pirsgirêkê vekir. Li Zozanên Çemê Kare di civîneke endamên eşîrê de Çîçek bi van gotinan biryara xwe ya tevlîbûnê eşkere dike: “Ez ji ber ti pirsgirêkê tevlî nabim. Tenê armanceke min heye. Weke miroveke Kurd ez jî dixwazim tevlî nava partiyê bibim û ji bo welatê xwe şer bikim.”

VEGOTINA LI GORÎ RASTIYÊ

Çîçek Kiçî di rojnivîska xwe de dibêje ku wê li gorî rastiyê qala kêliya destpêkê ya ku Ocalan nas kir bike û diyar dike ku ev yek ji bo kadroyên Rêbertî wezîfeyek e. Lê berî qala vê bike, behsa dema naskirina PKK’ê dike. Em ji rojnivîska wê dewam bikin: “Di emrê zarokatiyê de min partî nas kir. Sala 1983 bû. Partî wê wextê weke APOCÎ û Telebe dihate naskirin. Mîna li her cihî, li devera ku lê ji dayik bûm û mezin bûm, hevalan karê partiyê dikirin. Wê demê hevalên Fîraz û Sabrî Ok li aliyê me dixebitîn. Gelek heval niha şehîd bûne. Bi rêya van hevalan min partî nas kir û tevlî bûm.”

Kiçî dema ku tê welêt, emrê wê hîn biçûk e. Bi giranî li herêma Botanê dimîne. Ocalan sala 1993’an dixwaze ji bo perwerdeyê komek were şandin. Di rojnivîskê de wiha tê gotin: “Dema ku hevalên li qadê navê endamên komê diyar dikirin, ez gelekî kelecanî bûm. Min dixwest min jî bişînin, lê min dikir nedikir nikarîbûm vê daxwaza xwe bêjim.

DESTPÊKÊ JI BO HEVRÊYÊN XWE

Ji ber ku di nava PKK’ê de mirov tiştên herî baş destpêkê ji bo hevrêyên xwe dixwaze û xwe pêşniyar nake. Ji ber ku mijar dîtina Rêbertî bû, ez gelekî bi coş û kelecanî bûm û ji bo xwe pêşniyar neke min gelekî zor dida xwe. Mîna hevrêyên din, xeyala min a herî mezin dîtina Rêber Apo bû. Lê ji aliyê exlaqî ve min rast nedidît ku vê pêşniyarê bikim.

MAL Û MILKÊ DINYAYÊ BÛBÛN YÊN MIN

Dema ku nav dihatin eşkerekirin, hîn bi kelecanî dibûm. Û gava min navê xwe bihîst, mîna ku her tiştê dinyayê bûbû yên min. Piraniya hevalan ji bo perwerdeyê ez pêşniyar kiribûn û pêşniyara wan hatibû qebûlkirin. Piştî demekê em derbasî Sûriyeyê bûn û heval hatin pêşiya me. Li dû çend rojan hevalan ji me re gotin ku Rêbertî hatiye. Min texmîn nedikir ku Rêbertî ewqasî zû bibînim. Heval hatin cem me û gotin ku Rêbertî li benda me ye. Gelekî kelecanî bûbûm û min hîn bawer nedikir Mîna ku di nava xewnekê de bûm.

RÊBER APO LI PÊŞBERÎ MIN BÛ

Em hîn nû ji çiyê daketibûn, me kincê xwe guhertibûn û hevalên nû nas kiribûn. Min texmîn nedikir ku xewn û xeyala min wê di demeke ewqasî zû de pêk were. Ji nişka ve dema min li derî nihêrî min Rêber Apo li pêşberî xwe dît. Bi dorê yek bi yek silav da hevalên ku ketibûn rêzê.

EZ BEZIYAM Û MIN EW HEMBÊZ KIR

Ez yekser ketim serê rêzê û ber bi Rêbertî ve beziyam. Hemû heval bi rengekî matmayî li min dinihêrîn. Min xwe gihand Rêbertî û ew hembêz kir. Min nedixwest qet dev ji wî berdim. Ew kêlî baş nayê bîra min, lê bawerim min qet nedixwest dev ji Rêbertî berdim. Min ne bawer bûm ku ew kêlî ji bo min xeyal bû ya jî rastî bû. Bi destan min xwe hinekî hejand û fêhm kir ku ew kêlî ne xeyal e, lê rastî ye.

Rêbertî jî min hembêz kir û got, ‘Temam, temam kelecanî qediya’. Bawerim Rêbertî wê kêliyê bi kelecaniya min hesiyabû. Ji xwe bi rûyê li ken ji min re got, ‘Temam, temam kelecan nema. Tu êdî li cem Rêbertî ye’. Yek bi yek silav da hemû hevalan û ew hembêz kir.

HEVAL TU BIÇE DIBISTANA KURDÎ

Dema xwarinê bû, hevalan sifre amade kiribûn. Ji bo xwarinê em li benda hatina Rêbertî bûn. Wê wextê min xwe nêzî hevalekî kir û jê pirsî ‘Rêbertî li ku rûdinê?’. Heval jî şûna wî rê min da. Ez jî yekser çûm cem wê kursiyê û min kursiya xwe danî kêleka ya Rêbertî. Piştî ku Rêbertî hat, me dest bi xwarinê kir. Dûre Rêbertî got, ‘Du dibistanên me hene. Yek bi Tirkî ye, yek jî bi Kurdî. Em ê hevalan li gorî vê yekê bi cih bikin.’ Li min vegeriya û got, ‘Heval tu biçe dibistana Kurdî’.

PIŞTÎ DU ROJAN HAT CEM ME

Du roj piştî ku çûm dibistana Kurdî hevalan gotin, ‘Rêbertî wê îro were û bi we re nîqaş bike’. Hejmara me zêde bû. Hinek heval ji Rûsyayê, hinek ji Bakur, hinek jî ji Başûr hatibûn. Yanî koma me rengîn bû. Hinek heval jî ji Ewropayê hatibûn. Em pênc, şeş heval jî ji welêt hatibûn. Me dît ku Rêbertî li ber derî li benda me ye. Li gorî hevdîtina destpêkê ez hîn xwegir bûm. Li benda dora xwe mam. Dema ku dora min hat çûm cem Rêbertî.

Rêbertî ji min re got, ‘tu hîn sakîn bûye’, min jî got, ‘rast e Serokê min’. Ya rast hîn jî gelekî kelecanî bûm. Dibe ku pênaseyeke ne tam rast be, lê belê; çawa ku zarokek ji dê-bavê xwe hez dike û bi hesreta wan e, hestê min jî bi wî rengî bû. Bawerim ev hest bi her hevalên çûn qada Serokatî re hebû. Teqez her hevalê/î gotiye, ‘Rêbertî di nava ewqas hevalan re herî zêde bi min re eleqedar e, mirovê ku li dinyayê herî zêde jê hez dike ez im’. Lê belê rastî ne bi vî şeklî bû.

TIMÎ MIROV ONÛRE DIKIR

Hestên me hestên ‘Rastiya Rêbertî’ bûn. Ji ber ku Rêbertî qîmet dida hemû mirovan, her mirovek onûre dikir. Lewma ev hest bi her kesî re hebû.

TU ÇIMA EWQASÎ ZÛ TEVLÎ BÛ?

Piştre hevalan çay ji me re anîn. Yek bi yek bi hevalan re axivî û gotûbêj kir. Ji her hevalê/î re pirsên ‘Tu kî ye, ji ku ye, çawa tevlî bû? dikir. Min jî hewl dida gotinên herî xweş û bedew bineqînim û bilêv bikim. Ji xwe berê ji ber kelecanê min xwarin bi ser xwe ve rijandibû û gelekî fedî kiribû. Dema ku Rêbertî hat cem min, min xwe rast kir û bi vî rengî li pêşberî wî sekinîm. Hat û got, ‘Tu hevala Çîçek e ne welê?’ û ji min pirsî bê kî me, ji ku me, çawa tevlî bûme. Gava ku min dema tevlîbûna xwe got, pirsê bê ez li gorî qanûna leşkerî tevlî bûme yan na. Dema ku min jê re got ku li gorî qanûna leşkerî tevlî nebûme, matmayî ma û got, ’emrê te gelekî biçûk e, tu çima ewqasî zû tevlî bû’. Min jî jê re got ku hevalên kevn ên hatin cem me bandor li min kir û ji ber welatparêziya malbata min tevlî bûm.

RAPOR BERIYA MIN GIHAŞTINE

Berî bêm qada Rêbertî , hin hevalan di raporên xwe de qala min kiribûn û pêşniyar kiribûn ku li qada Rêbertî perwerdeyê bibînim. Haya min ji van rapor û pêşniyara tine bû. Rêbertî ji min re qala vê rewşê kir. Got, Di hin raporan de navê te heye, hevalan pêşniyar kirine. Gelo ew hevala Çîçek tu ye?’ Dema ku ev pirs li min kir, ez matmayî mam. Ji ber ku haya min ji pêşniyareke wiha tine bû. Lewma min nizanîbû ku çi jê re bêjim.

EGER MIROVEK BÊJE ‘EZ NIZANIM’ EW MIROV Ê BAŞ HÎN BIBE

Hevalekî di koma me de got, ‘hevala ku hate pêşniyarkirin ev heval e’. Rêbertî jî li min nihêrî û got, ‘Bêje, çi taybetmendiya te heye ku hevalan ji bo qada perwerdeyê navê te pêşniyar kirin’. Min jî got, ‘Ez nizanim Serokê min’. Rêbertî jî keniya û got, ‘baş e, tu yê baş hîn bibe. Eger mirove bêje; ez nizanim, ew mirov wê baş hîn bibe’. Dema ku Rêbertî li qadê digeriya, ez jî difikirîm bê Rêbertî wê çi ji min bipirse, ez ê jî çi bersivê bidim wî. Taybetmendiyeke din a Rêbertî ew e ku mirovan serbest dihêle. Mirov dema li cem wî be, dilê mirovan gelekî rehet e. Tu dibêjî qey bi salan e pê re ye, hevalê te yê bi salan e.

BINERIN, ÇÎÇEK PORÊ XWE JÊ NEKIRIYE

Piştî ku çend caran li qadê geriya, hat cem min û dest da porê min. Ji min re got, ‘Helal be ji te re, porê te dirêj e. Dema ku ji hevalên tên vê derê dipirsim bê çima porê xwe kin kirine, dibêjin; şert û merc nîne, av û sabûnê peyda nakin’. Bêyî lê bifikirim min jî got, ‘Rast nabêjin, derfet hene. Yanî carna heye, carna nîne, lê îmkan hene’. Rêbertî çû cem hevaleke porê wê kurt e û ji wê hevalê re got, ‘Xuya ye hûn carna ya rast nabêjin, hûn çima porê xwe kurt dikin. Binerin, di nava we ya herî kevn hevala Çîçek e, lê wê porê xwe dirêj kiriye’.

MIN EW GOTIN JI BER KELECANÎ BÛBÛM GOTIBÛ

Min wê wextê fêhm kir ku diviyabû min ew li wir negota, lê belê ji ber ku kelecanî bûm, min gotibû. Çi hatibû ber dilê min, min ew gotibû. Ji min pirsî bê çend caran tevlî şer bûm, birîndar bûme yan na, li cem min heval şehîd bûne yan na. Dema ku ev pirs dipirsî atmosfereke aram afirandibû ku mîna tu bi hevalekî xwe yê bi salan re sohbet dike, diaxivîm. Li hemû hevalên li Botanê pirsî. (Wê wextê hevalê Cemal jî li Botanê bû)

DEMA KU CAREKÊ BIBÎNE JI BÎR NAKE

Hemû hevalên kevn ên ku nas dikir, lê demeke dirêj nedîtibû, gava ku jê re dihat vegotin, yekser dihat bîra wî. Hewl dida rewşa wan hîn bibe û fêhm bike bê partiyê rast hînî me dikin yan na. Vê yekê gelekî bala min kişandibû. Rêbertî hevaleke/î ku tenê carekê jî dîtibe ji bîr nedikir, li rewşa wan dipirsî. Dûre ji me re qalê kir bê divê em çawa tevlî perwerdeyê bibin, xwe çawa perwerde bikin û partiyê çawa nas bikin. Her wiha diyar kir ku şert û merc bi sînor in û got, ‘Her kes dixwaze bê cem min. Lê belê heval nizanin bê ez di nava kîjan şert û mercî de me. Ez ne li welatê xwe me, ez li welatê xelkê me. Mercên li vê derê kêm in, heval bi van mercan nizanin’.

JI DERFETÊN BIÇÛK BER BI MERCÊN MEZIN VE

Bi rastî jî welê bû. Heta wê kêliyê haya min ji vê rastiyê tine bû. Yên ku derfetên xwe hebûn, yên ku li ser axa xwe bûn em bûn. Yê ku li welatê xelkê di nava şert û mercên kêm de karê şoreşê dikir, yê derfetên biçûk vediguherand mercên mezin Rêbertî bû. Li aliyekî zextên dewleta Tirk, li aliyê din zextên Sûriyeyê. Di nava wan şert û mercên giran û teng de Rêbertî perwerde dida me bi hezaran hevalan, kadro perwerde dikir û ji bo şoreşê bi şev û roj dixebitî.

MIROVÊ BI XWE ZANE

Bi destpêkirina perwerdeyê re Rêbertî digot ku dema wî firsend dît wê were, analîzan bike, lê belê ya girîng tevlîbûna me, ya girîng ew e ku mirov bi xwe zanibe. Ji min pirsî bê çûme dibistanê yan na. Dema ku min jê re got, min nexwendiye, ez li bendê bûm ku Rêbertî bipirse bê çima min nexwendiye, çima dê û bavê min ez neşandine dibistanê. Lê belê ev nepirsî.

KIR KU EZ BI XWE BAWER BIM

Rêbertî berevajî vê yekê got, ‘ne girîng e, ji xwe sîstemê hîn bêhtir bi kesên xwende lîstiye, ketiye nava wan. Dibe ku sîstemê zêde xwe li we negirtiye, lê belê ji bo hînbûnê jî divê hûn hîn bêhtir hewl bidin. Ji xwe ne şerm e ku mirov nizanibin. Ya şerm ew ku mirov hîn nebe, xwe bi pêş nexe û derfetan rast bi kar nînin. Yên xwendine ne ji bo gelê xwe, ne ji bo neteweya xwe xwendine. Wan ji bo sîstemê, ji bo berjewendiyên sîstemê xwendine’. Vê yekê kir ku ez ji xwe bawer bim. Min jî ji xwe re got, ‘xuya ye nexwendina li dibistanên sîstemê tiştekî şerm nîne’.

EZ Ê ÇAWA KARIBIM RÊBERTÎ BIPARÊZIM!

Piştî wextekê hevalan ji me re, bi taybetî ji hevalên kevn ên xwedî tecrûbe yên ji welêt hatin re gotin ku em ê parastina Rêbertî bikin. Vê yekê ez matmayî hişt. Lê difikirîm bê ez ê çawa karibim Rêbertî biparêzim, hêza min wê têra vê bike yan na. Dema ku ji aliyê teknîkî ve mirov lê bifikire, karekî gelekî hêsan e. Tu yê rahêje çekekê û karê ewlekariyê bike. Lê belê ne welê ye. Rêbertî tê wateya hebûn û paşeroja gelekî. Parastina wî min hinekî ditirsand. Ya rast min dixist nava fikaran. Min ji hevalê ku bi me re axivî got, ‘heval ji bo min hinekî zû ye, ez hinekî bimînim, Rêbertî nas bikim, piştre dest pê bikim’. Heval bi ken got, ‘Na heval, ne zû ye. Her hevala/ê nû tê heman tiştî dibêje. Tu xeman nexwe, bi demê re tu yê hîn bibe’.

MIN KÊMASÎ DIKIR, LÊ KÊMASIYEKE ÇAWA?

Bi vî rengî me dest bi parastina Rêbertî kir. Piştî hefteyekê Rêbertî hat. Gel hatibû û wê bi wan re civîn pêk bianiya. Rêbertî êvarê li wir ma. Saet 5’an ez nobedar bûm. Rêbertî dema sibehê hişyar bû û ji pêlikan daket xwarê, min xwe rast kir û da aliyekî. Dema ku ji ber min derbas bû, bi rengekî tund li min nihêrî. Min got, ‘Rojbaş Serokê min’. Bersiv da, lê min fêhm kir ku min kêmasiyek kiriye. Dema ku vegeriya min dîsa xwe rast kir. Bawerim ji ber ku nû bûm Rêbertî tiştek negot. Li bendê mabû ku ez bi xwe fêhm bikim. Piştî wextekê dema ku nobedar bûm perwerde hebû. Gava ku Rêbertî derbas bû min xwe da aliyekî û got, ‘Hûn bi xêr hatine Serokê min’.

EZ WEKE WE ME, HEVRÊYÊ WE ME

Rêbertî hat cem min, bi guhê min girt û bir heta ber deriyê dibistanê. Ez hîn gelekî biçûk bûm, ji ber ku nêzîkatiyeke min a zarokatî hebû min îdeolojiya Rêbertî baş fêhm nedikir. Dema ku bi guhê min girt û bir, ev bi xweşiya min çûbû û ez dikeniyam. Min zanîbû ku wê tiştekî bêje, lê nizanîbû ku wê çi bêje. Dema ku dest ji guhê min berda got, ‘heval ez ne axayekî eşîrê me, ez ne Serokwezîr im, ne lîderekî dewletê me. Ez weke we mirov im û hevrêyê we me. Bi vî rengî nêzî min nebin’. Ya rast di wir de xwest ji aliyê bîrdozî ve me perwerde bike. Em bi vî rengî perwerde dikir.

RUH E, NÊRÎN E, JIYAN E

Mirov ji kîjan alî ve kêm bûya, Rêbertî ji wî alî ve mirov perwerde dikir. Bawerim mirovên herî bi şens ên li vê dinyayê ew mirov in ku çûne qada Rêbertî û rastiya Rêbertî bi xwe dîtine. Bêguman ev nayê wê wateyê ku Rêbertî tenê bi dîtinê dikare were fêhmkirin. Ji ber ku Rêbertî ne tenê rewşeke fîzîkî ye. Rêbertî ruh e, nêrîn e, jiyan e. Têkiliya qewîn a navbera mirov û xwezayê, mirov û mirovan e. Ya rast, Rêbertî azadî ye! Rêbertî jiyana azad e. Rêbertî hêza afirîneriya cewhera mirov e. Mejiyê hevpar, wijdanê hevpar ê civakê ye.”