Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê helwest li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan da û diyar kir ku êriş nikarin wan lawaz bikin, berevajî dibe sedem ku ew hîn xurtir bi doz û xaka xwe ve bên girêdan.

Şêniyên Şengalê tevî rêveberiya xwe ya xweser îro serê sibehê berê xwe da Seytereya Muşterek a Xanesorê ya Foca 80’ê ya Hêzên Haşdî Şabî, ku doh dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran lê kir.

Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Sinûnê Xwedêda Elyas li vê derê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku êrişên doh bi şev hatin kirin dewama fermana 2014’an e û hate gotin, “Lê belê îradeya civaka Êzidî ji balafir, tank û topên wan xurtir e. Me soz dane şehîdên xwe, em ê li ser soza xwe bin û li peyê şopa şehîdên xwe ne. Ev êrişên dawî yên ku di 20’ê Çileyê li fermandarên me pêk hatin û êrişa ku li zinadana hesekê pêk hat heman zihniyete. Dewleta Tirk a dagirker bi taybet Erdogan bi xwe piştgirya vê zihniyeta faşîst dike û dixwaze belavî her derî bike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir; “Em weke sazî û meclîsên civaka Êzidî em ê li ber xwe bidin û soza xwe ya şopandina xeta şehîdan dubare dikin. Tu carê jî em gav paşde navêjin. Pilanên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê hemû yek pilanên û yek armancên xwe hene. Bi taybetî ev êrişa ku doh hate kirin, ji hêrsa Erdogan a binketina çeteyên wê yên DAÎŞ’ê ye. Binketina DAÎŞ’ê nekarî rakin, lewma êrişî Mexmûr, Dêrik, Şehba û Şengalê kir. Lê belê milet sozek daye û dev ji vê soza xwe bernade.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ev der jî ku em lê ne foca 80’ê ye, ya bi ser Heşid Haşdî Şabî ye. Ev der zarokên Êzidxanê ji bo parastina civaka xwe kar kirine. Êriş li nêzî 11 cihî pêk hatiye. Di encama êrişan de zerareke mezin a medî gihîştiye, heman demê teyrên ku bi sedan bûn li vir, hemû bûn qurbana vê êrişê. Di êrişê de şehîd nîne. Birîndariyekî sivik heye. Êdî em ne yên ber ne, ku dema êrişek çêdibû direviyan. Em her diçin bi hêztir dibin. Em her diçin zêdertir bi axa xwe ve girêdayê dibin. Li şehîdgeha me 450 şehîd hene, em soz didin wan şehîdan ku em ê her li peyê şopa wan bin. Em ji civaka xwe re dibêjin ku bila xwedî li axa, civak û şehîdên xwe derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Kujer Erdogan” bi dawî bû.