Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên ji 4 heta 10’ê Cotmeha 2023’yan yên dewleta Tirk a dagirker dosyayeke belgeyên bi wêne amade kir.
Li gorî dosyayê, artêşa Tirk a dagirker 224 cih bi 304 êrişên hewayî û bejayî kirine hedef, ji wan 224 cih bi topan û çekên giran û 83 cih bi balafirên bêmirov û yên şer hatine hedefkirin.
Rêveberiya Xweser di dosyayê de diyar kir ku dewleta Tirk stasyonên kehrebe, nuqteyên petrolê û navendên tenduristiyê, derdora kampên Waşûkanî û Roj û bi dehan gundên sivîlan kirine hedef.
Da zanîn di encama êrişan de 47 kesan jiyana xwe ji dest daye, 55 kes birîndar bûne û bi qasî 56 mîlyon dolar zerara maddî çêbûye.
Hin navnîşanên ku daîreya Têkiliyên Derve ev dosya bi rêya emailê ji wan re şandiye ev in:
Nivîsgeha sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres.
Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê NY′yê Martin Griffith.
Nivîsgeha nûnerê NY′yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen.
Nûnertiyên Amerîka, Brîtanya, Frans, Almanya, Siwêd, Fînland, Holand û Yewnanistanê yên NY’yê li Cenêvê.
Konseya Mafên Mirovan û Komîteya Lêkolînê ya NY’yê.
Wezareta Karên Derve û Rêxistina SÎTÎM a Swîsreyê.
Peymangeha Lêkolînên Bilind a Cinêvê.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.
Rêxistina Human Rights Watch.
Parlamenterên Ewropa û Belçîka, Kesayet û partiyên siyasî yên Belçîka, Holanda û Luksemburgê.