Garzan: Li gorî min ger mirov bipirse wateya azadiyê çiye? Ez dikarim bêjim azadî pêkanîna xeyalaye. Heger mirovek bikaribe van xeyalan pêk bîne ew azadî bi xwe ye. Ji bo me jî xeyala herî mezin azadiya Rêber Apo ye û rizgarkirina Kurdistanê ye.

Yek ji hestên ku dibe dîrok û di hişyê mirov de her xwe nû dike hestên azadiyê jiyîn e. Di nava tevgera PKK’ê de jî tişta ku herî zêde tê jiyîn ev hestên azadiyê ne. Yek ji gerîllayên HPG’ê Botanê Çayan Gerzan bi girêdanên xwe yê hevaltî û kêliyên ku li asoyan jiyayî nirxand.

‘AZADÎ PÊKANÎNA XEYALANE’

Gerîla Çayan Gerzan bi çûyîna xwe yê li qada Botanê û kêliyên ku ji bo wî bûye hêviyên mezin wiha vegot: “Di sala 2016’an de dema ku ez bi xwe çûm Bakurê Kurdistanê heyecanekî mezin di min de avabû. Bi pêşniyara xwe çûyîna min li wê qadê çêbû. Di hestên min de li hemberî dijmin têkoşîn kirin hebû. Bi vê re xeyalên min kêlî bi kêlî pêk dihatin. Li gorî min ger mirov bipirse wateya azadiyê çiye? Ez dikarim bêjim azadî pêkanîna xeyalaye. Heger mirovek bikaribe van xeyalan pêk bîne ew azadî bi xwe ye. Ji bo me jî xeyala herî mezin azadiya Rêber Apo ye û rizgarkirina Kurdistanê ye. Ji bo pêkanîna van jî têkoşîneke xurtir ji me tê xwestin.”https://cdn.iframe.ly/yn7xrg6

‘DEMA MIROV DIÇE BAKUR, BI BAS DIBE Û HEST DIKE BIFIRE’

Gerîla Garzan di dewamiya nirxandina xwe de bal kişand ser girêdanên hevaltiya PKK’ê û girêdanên ku di nav de tê jiyîn û got: “Bi rastî dema ku mirov sînorê Bakur derbas dike û dighije çiyayên wê hema mirov hîs dike ku bi bask bûye û li ser wan çiyayên asê difire. Di dilê min de kelecanekî mezin çêbû, bi taybet dema ku min hevalên li wir dîtin min hîskir ez wan bi salan nasdikim. Dibe ku hinek heval hebin me ew nedîtibin lê dema ku tu wan dibînî bi nêzîkatiyên xwe hevaltiyekî xurt ava dike. Ji xwe Rêber Apo jî wiha pênasekiribû ku hevaltî beriya her tiştî ye. Ji bo vê ger mirov di civaka heyî de, hevaltiyekî bi vî rengî bigere jî wê dîtin zehmet be.”

‘ERKA XWE XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKETIN Û ALA WAN GIHANDINA SERKETINÊ YE’

Garzan di dawiya nirxandina xwe de qala girêdanên xwe yê Bakurê Kurdistanê û asta ku gerîla li wir têdikoşe kir û wiha anî ziman: “Ji bo min Bakur warekî têkoşîn û gerîla bû, min bi xwe jî wisa lê temaşe dikir. Her çiqas di erdingariya wê de zehmetî hebe jî lê her ji bo Kurdan bûye parastgeh, heya roja îro jî bi van erkên xwe radibe. Bi rastî jî dema ku ez li ser wan çiyayên bilind û asê dimeşiyam, min xwe ji tayrekî baz azadtir hîs dikir. Di vê qadê de gelek qehremanên me li wir gihîştin asta şehadetê, erka me ya sereke jî ew e ku em xwedî li tekoşîna wan derkevin û ala wan bighînin serkeftinê.”